Ticker

10/recent/ticker-posts

‘OCALAN RÊBEREKÎ CÎHANÎ YE’

Profesora Perwerdehiyê ya Zanîngeha Bergen ya Norwêc ê Kariane Westrheim diyar kir ku Ocalan her çendî tecrîdkirî be jî, lê fikirên wî li Rojava, Mexmûr, çiya û deverên Bakur zindî bûne.

Jiyan Pîran

Profesora Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Bergen ya Norwêc ê Kariane Westrheim ku ji sala 2004’an û vir ve serokatiya Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya YE (EUTCC) dike ku salane "Konferansa Navneteweyî ya li ser YE Tirkiye û Kurdan" li Parlamentoya Ewropayê, Brukselê organîze dike. Li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên li seranserî Evropayê ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin bersiva pirsên rojnameya me da.



-Di van demên dawî de li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek gel nûnertiya Rêber Apo qebûl kirine û dixwazin bi vê rêveberiya siyasî re bijîn, hûn çawan di nirxinin? 

Di derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de tenê gotinek heye, divê dawî li tecrîdê were. Ocalan lîderekî siyasî yê bi qasî Nelson Mandela ye. Lewra Mandela jî di dawiyê de hat berdan da ku li gel hikûmeta Nefret Apartheid rûne. Ew di guhertinên mezin de biserket. Ger derfet çêbibe wê Ocalan jî bikaribe vê bike. Ocalan rêberekî cîhanî ye, weke ku di pirtûkên xwe yên têgihîştina, fikir û ramanên xwe ku gelek ji wan di dema wî ya zindanê de hatine çapkirin, nîşan dide. Di heman demê de girîngî di pêşxistina ramaneke nû ya civakeke xweser û demokratîk a li ser esasê wekhevî, cihêrengiya etnîkî û ekolojiyê çêdike. Mînaka vê ya baş ew e ku çawa jin ji nedîtî û bêdengiyê derxist, di nava tevgerê de û ji derveyî tevgerê piştgirî da jinên ku di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de rêya xwe bibînin. Jinên Kurd karîbûn rewşa xwe biguherînin, yekîneya xwe ya leşkerî ava bikin, kedeke girîng bidin modela demokratîk a Rojava, herêmên derdorê xwe û xwe gihandin parçeyên din ên Kurdistanê. Ocalan rûmetek mezin dide Jinan. Ocalan her çendî tecrîdkirî be jî, lê fikrên wî li Rojava, Mexmûr, çiya û deverên Bakur zindî bûne. Tevî ku Tirkiye hewl dide her tiştî tine bike jî, piraniya kesên ku ramanên Ocalan bicihanîne jiyaneke xweştir dijî. Fikir û modela wî ya civakî ne tenê îlhamê dide Kurdan di heman demê de gelek deverên Rojhilata Navîn, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Ewropa bandor kiriye.

-Di vê pêvajoyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê çi bê kirin?

Di van salan de gelek hewldan wek “Şandeyên Îmraliyê” hatin kirin ku destûr ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêkwerin, lê hemû jî heta niha ne hatine pejirandin. Ber wê jî ji bo komkirina dane û agahiyên zelal ên li ser rewşa aloziya Kurd û Ocalan, civînên çapemeniyê û lêkolîn hatin lidarxistin. Hat zanîn ku doza Ocalan û pirsgirêka Kurd bala navneteweyî dikişîne. Ew jî girîng e. Pirsa ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan çi bê kirin hêsan nîne. Wekî ku min got, gelek destpêşxeriyên navneteweyî hene û ez difikirim ku çêtirîn tiştê ku em dikarin bikin ewe ku em bi hemî kanalên berdest parêzvaniya destûrdana mêvanan û lobiyê bidomînin. Her yek ji me dikare li welatê xwe tiştekî bike. Bi awayê ku ez dibînim, gelek robarên biçûk di dawiyê de dibin çemek fireh û şelaleke bi hêz di herikin.

-Ev demeke li Ewropayê ji bo Rêber Apo çalakî tên lidarxistin. Wek kes, hûn van çalakiyan bes dibînin?

Erê û na. Ji bo guhertinên siyasî û civakî protestoyên kolektîf pêwîst e. Em dibin şahid ku ji bo Ocalan li seranserî cîhanê û bi taybetî jî li Ewropayê çalakî tên kirin. Mirov neheqiya ku Tirk li Kurdan dike dibîne û bi wê ve girêdayî tecrîda bi darê zorê ya li ser Ocalan bi çengê hesinî yê Erdogan tê girtin, her wiha hemû gelê Kurd ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî û siyasî bê par e. Wek mafê jiyanê, muameleya hiqûqî ya edlî, perwerdehiya bi zimanê xwe û fikirê xwe azad derbirînê tê asteng kirin.

Tevgera Kurd ji salên 1990’î û vir ve bûye tevgereke siyasî û hîn bihêztir bûye. Bi milyonan Kurd ketine nava tevgerê ku baş bi şoreşeke gelerî ya berfireh an jî bi awayekî rastir, şoreşeke hişmendiyê were berhevkirin. Her wiha em di warê rêxistin, partî û kesên navdar de jî piştgiriya navneteweyî zêde dibînin. Ev hemû baş e, lê ji bo bidestxistina guhertineke rasteqîn jî dîplomasiyeke birêxistinkirî û aktîf hewce dike. Kom an jî kesên cuda hewl didin ku di asta siyasî de nêzî biryarderan bibin. Lê di heman demê de girîng e ku stratejiyek hebe ka mirov çawa xwe bigihîne rêxistinên mezin ên navneteweyî yên wekî NY, Ewropa, Konseya Ewropî an jî NATO. Ji bo her tişt bê guhertin, divê civaka navneteweyî hişyar bibe û gav bavêje.

-Hûn hewl didin ku CPT bi erkê xwe rabe?

Piştî Ocalan di sala 1999’an de hate girtin, heta niha li Grava Îmraliyê têkoşîna jiyanê dide. Di destpêkê de parêzer û endamên malbatê di navberên nerêkûpêk de hevdîtin pêk danîn, lê êdî ev yek ne pêkan e. Nêzîkî sê sal in tu kesî Ocalan nedîtiye û ne bihîstiye. Tişta ku li Îmraliyê diqewime tenê dikare li ser were nîqaşkirin, ji bo ku li ser jiyan û tenduristiya wî di metirsiyê de ye. Li gorî hiqûqa navnetewî, tecrîda demdirêj êşkence ye. Ew destûrên Mandela (NY) ku ji bo parastin û pêşvebirina mafên girtiyan e, binpê dikin. Gelek raporên li ser bûyerên ku jiyana Ocalan di xetereyê de ye ku paşê di piştrastkirina sala 2007’an de hebûn, jehrîkirin derket pêş. Ev bû sedema protestoyên bi deng yê Kurdan, lê ne girtîgeh, ne rayedar û ne jî civaka navneteweyî guh nedan van dengan. Piştî êrişên li ser Ocalan yê di aliyê fizîkî û psîkolojîk de hatin şermezarkirin, hewldanên parêzer û alîgirên navneteweyî yên li hemberî vê yekê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatin redkirin û nehat şopandin. CPT Komîteya Ewropî ya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Dijîmirovî û Rûmetê ya girtigihane ku peywira wê ya sereke çavdêriya şert û mercên girtîgehê kirine, li Tirkiyeyê jî ji bo tespîtkirina îşkenceyê. Divê ew bi rêkûpêk serdana girtiyan bikin û encamên xwe ji welatê têkildar re ragihînin. Di mijara Ocalan de îhmaleke mezin nîşan dan û ji ber binpêkirina qanûnên Tirkiye, yên navneteweyî jî ji Tirkiyê hesab nepirsîn. Min li Strasboûrgê di nav du şandeyên CPT de cih girt. Di herdu civînan de asteke bilind a terikandinê diyar bû, ji ber ku Komîteyê xwe li pişt nepenîtiyê veşart û welatê Tirkiye di serî de xwediyê raporê bû û biryar da ku naveroka wê ji raya giştî re neyê eşker kirin. Çûyîna CPT ya dawî ya Îmraliyê di Îlona 2022’an de pêk hat, kêmbû û tiştek jê derneket. Di rapora der barê şert û mercên Ocalan de tu agahî nehat dayîn. Tenê mirov dikare meraq bike ka wan ew dîtiye an bi rastî wana red kiriye? Pirs derdikeve holê ku gelo bi rastî CPT di doza Ocalan de ferqek çêkiriye û heta çi radeyê CPT serbixwe ye û ne bikeve bin bandora lîderên siyasî. Tişta ku em dikarin bi teqez bibêjin eve ku ji ber tecrîda li ser Ocalan pirsgirêka Kurd bêçareserî maye. 

-Banga we ya ji bo piştgiriya Rêber Apo çi ye? 

Ger ez di vê kêliyê de li hemberî Ocalan rûniştîbama, min dê sipasiya wî bikiribam ku li gel hemû astengiyan, zextên fizîkî û psîkolojîk jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ez ê jê re bibêjim ku ew di nav Kurdan de hêviyek bingehîn û ew jî îlhamê dide yên wek me ku piştgiriyê didin wan. Di dawiyê de ez bang li hemû siyasetmedarên navneteweyî û her kesî dikim ku doza Ocalan bi hikûmeta xwe û saziyên pêwendîdar re ragihînin. Tişta ku divê were kirin, pêwîste niha were kirin!

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar