Mamostaya dibistana navîn ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Evîn Taybogan diyar kir ku welatên di bin navê îslamiyetê de xwe didin jiyankirin, welatên ku sîstema radîkal lê bicih bûye, li wan welatan jin tên qurbanî kirin.
Jiyan Pîran
Her ku diçe êriş û gefên rejîma Îranê li ser jinan zêdetir bibe. Ev êriş piştî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şêwazek gelek xetirnak dide çêkirin. Bi van êrişan ve girêdayî Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin û gelek jinên din jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dibin wan gefan de jiyan dikin. Têkildarî vê mijarê û êrişên rejîma Îranê yên li ser jinan, Mamostaya dibistana navîn ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Evîn Taybogan ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo cîhada xwe bikaranîn’
Mamosta Evîn di destpêka axaftina xwe de daxûya kirin ku li seranserî cîhanê di bin navê exlaq de êriş û êşkenceya li ser jinan zêdetir bûye û wiha got: “Di cîhanê de bi taybet li Rojhilata Navîn di bin navê Îslam û exlaqî de nêzîkatiyên şaş li hemberî jinan tên raber kirin. Me dît ku çeteyên DAIŞ’ê bi hênceta çarika reş çawan xwestin jinan bê îrade bihêlin. Jin kirin kole, bi sîstema xwe mezin kirin û ji bo cîhada xwe bikaranîn. Îro bi heman şêwazî li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê li ser jinan van êrişan dide meşandin. Cihê ku sîstema koledarî lê kûr bûyî, têkoşîna azadiyê li hemberî wê koledariyê zêdetir dibe. Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan azadî’ li ser navê Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê raperînek mezin hat despêkirîn. Li hemberî têkoşîna mezin ya jinan, sîstema koledarî bêhtir xwe şidand. Dema em temaşe dikin dibînin gelek jinên belge film li ser jinên şoreşger çêdikin yan jî kar dikin û parastina xwe dikin, rastî êrişa dewlet û malbatê tên. Ji ber ku ew malbatên dewlet û sîstemê ne, bi heman şêwazî êrişî li ser keç û jinan dikin. Ya ku îro ji jinan tê xwestin li hemberî sîstema koledariyê têkoşîn kirine û hemberî vê sîstemê bi ruhê jinên şoreşger ên tevgera azadiyê berxwedana xwe xurt kirine.
‘Armanca vî şerî jî jin û zarokin’
Mamosta Evîn di berdewam axaftina xwe de balkişand li ser şoreşa bi qetilkirina Jîna Emînî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî destpê kirin û wiha anî ziman: “Niha di roja me de şerê cîhanê yê sêyemîn ji alîyê kapîtalîzm û cîhada îslamê ve tê meşandin. Yên ku herî zêde dibin armanca vî şerî jî jin û zarokin. Ji ber ku yê serkêşiya civakê dike û zarokên vê civakê mezin dikin jinin, dibin armancê êrişan. Welatên di bin navê îslamiyetê de xwe didin jiyankirin, welatên ku sîstema radîkal lê bicih bûye, li wan welatan jin tên qurbanî kirin. Mînaka herî ber bi çav şerê ku DAIŞ û Îran li ser jinan dide meşandine. Welatên ku xwe wek dewletên pêşketî didin navkirin, jinan dikin mertal li dijî civakê didin xebitandin û dikin qurbanê sîstema xwe ya qirêj. Jinên li Îranê û Rojhilatên Kurdistanê tê qetilkirin berxwedaniya azadiya xwe didin. Mînaka herî ber bi çav Jîna Emînî ya ku bûyî sedemê serhildana tevahî jinên cîhanê ya li hemberî zilma li ser jinê ye. Bi dehan jinên mîna Jîna Emînî ji nehînî ve hatine qetilkirin û winda kirin. Herî dawî jina bi navê Werîşe Mûradî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye zindanî kirin. Pêwîste demildest were azad kirin, ji ber ku ti sûcek li hemberî rejimê ne kiriye.”
Evîn Taybogan di dawiya gotina xwe de bang li jinên Kurd kir ku xwedî li têkoşîna jinan ya Rojhilata Kurdsitanê tê meşandin derbikevin û wiha got: “Xwedî derketina jinan ya li têkoşîna jinên Rojhilat, xwedî derketina li nasnameya jinbûnê ye û pêwîst dike her jinek bibe xwedî erkê parastina vê têkoşînê.”
0 Yorumlar