Ticker

10/recent/ticker-posts

CIHÊ ŞOREŞA KURDISTANÊ


Girîngî û cihê şoreşa Kurdistanê di şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê de, bi cih û girîngiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ku di nav sîstema emperyalîst de ye zêde zêde girêdayî ye.

Nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, li gorî berjewendiyên emperyalîzm, mêtingerî û feodalîzmê hatiye çêkirin û li dijî xwestekên gelan ên wekî rizgariya neteweyî, demokrasî û yekîtiyê ye, pêre li hev nake. Kemalîstên ku di demên borî de bi emperyalîstên Îngilîz û Fransî ve li hev kirine û têkîlî pêş xistine, ev nexşeya siyasî ku ji aliyê monarşiyên Îran û Ereb ve hatiye çêkirin, di rastiyê de armanc û hedefa wan ewe ku gelên Rojhilata Navîn parçe bikin û ji bo zilm û zora neteweyî yên wekî dagirî, talan û mêtingeriyê amade bikin û ji quwetê bixin, herwiha dozên wan ên rizgariya neteweyî, demokrasî û yekîtiyê bi zehmet bixin û asteng bikin; îro jî DYE ku serkêşiya sîstema emperyalîst dike –tê xwestin ku li Rojhilata Navîn bi şiklekî hêsan rejîmeke emperyalîst, siyonîst, kemalîst û zilm û zora monarşîst û rejîmeke kedxweriyê were domandin hewl dide ku vê li dijî têkoşînên rizgariyê, demokrasî û yekîtiyê her ku diçê li dijî têkoşînên sosyalîzmê wekî kozeke mezin bi kar bîne.

Eger Siyonîzm, Kemalîzm, monarşîzm û mezhebgeriya kevnare nebe, zehmet e emperyalîzm li Rojhilata Navîn xwe ragire. Emperyalîzm nîviya quweta xwe ji van pêkhateyên îdeolojîk û polîtîk ku di navbera gelan de dibin sedema zilm û zora neteweyî, dagirî, komkujî û nakokiyên sunî, digire. Têkoşîna li dijî emperyalîzmê li Rojhilata Navîn bi şiklekî hêdî hêdî, giran û bijan pêş dikeve. Sedema sereke ya wê jî, ev hêzên îdeolojîk-polîtîk ku mêtinger û paşverû, şovenîst, dagirkerin û ji bo emparyalîzmê bi rola ‘Hespê Truwa’ radibin. Emperyalîzm, bi van hêzan li Rojhilata Navîn ji bo gelan sêdarê çêdike û benê sêdarê dixe sukra gelan.

Kurdistan, di nav vê rewşa tevlîhev, paşver û ya Rojhilata Navîn de li cihekî pir girîng bi cih bûye. Rol û girîngiya şoreşa Kurdistanê di Rojhilata Navîn de jî, çavkaniya xwe ji vir digire. Kurdistan, hema bêje ‘Gordion’a Rojhilata Navîn e. Eger girêka‘Gordion’ê were vekirin, ya mayî jî wê hêsan be. Kurdistan, ji ber ku welatekî bûye çar parçe ye û li her parçeyî çewisandina neteweyî bi şiklekî herî giran tê pêkanîn û hewl tê dayîn ku feodalîzm bi darê zorê were jiyîn e; li Rojhilata Navîn bûye çavkaniya paşverûtiyê. Sedemek ku têkoşîna şoreşê, li welatên cîran nikare bi hêsanî pêş bikeve jî, bi taybet ev rewşa li Kurdistanê ye. Eger, ji bo ku ev rewş bi şoreşê were guherîn hewl were dayîn, aşkereye ku wê têkoşîna gelên cîran derkeve asta herî bilind.

Eger çavkaniya paşverûtiyê neyê zuha kirin, jênerev e ku herêmên cîran ên ku ji vê çavkaniyê xwe bi xwedî dikin bibin paşverû. Paşverûtî ku çavkaniya xwe ji mêtingeriya li ser Kurdistanê digire, bi şovenîzm û sosyal şovenîzmê têkoşîna gelên cîran jehrî dike, hewl dide bi darê zorê feodalîzmê li ser lingan bigire û bi fikrên burjuwaziya biçûk a reformîst û teslîmkariyê, têkoşîna gelê Kurdistanê jehrî dike. Şikênandina zincîrên mêtingeriyê, ji bo vê qet nebe pêşxistina têkoşînekê, di serî de ji bo gelê Kurdistanê, wê bibe sedem ku têkoşîna gelên cîran jî pêngaveke mezin biavêje. Divê, çavkaniya paşverûtiyê were zuha kirin. Çavkanî, mêtingehbûna Kurdistanê ye. Heya ku ev nebe hedef, zehmet e ku li Rojhilata Navîn, herî kêm li welatên ku cîranên Kurdistanên ne, bi pêşengiya proletaryayê tevgerên rizgariyê yên gel werin pêşxistin. Bi rastî, niha ev zehmetî tê jiyîn jî Kurdistan ji Rojhilata Navîn parçeyek e. Cihê stratejîk ê van her duyan jî girêdayî bi hev re ye. Ev taybetmendî derfetê didin ku, em cih û girîngiya şoreşa Kurdistanê di nav şoreşa cîhanê de fêm bikin.

Em dikarin, di nav şoreşa cîhanê de cih û girîngiya şoreşa Kurdistanê bişibînin cih û girîngiya şoreşa Vîetnamê di Hinda Çînê de. Çawa ku Şoreşa Vîetnamê bi pêşengiya proletaryayê di şoreşên Hinda Çînê de rola miftebûnê lîstiye, wê şoreşa Kurdistanê jî di şert û mercên cuda yên wext û cihên cuda de, ji bo şoreşên gel ên Rojhilata Navîn wê bi rola miftebûnê rabe. Dîsa çawa ku Şoreşa Vîetnamê ji bo ku emperyalîzm ji Hinda Çînê were avêtin û emperyalîzm di asta cîhanê de were paşxistin bi roleke di girîngiya dîrokî de û mezin rabûyîbe, Şoreşa Kurdistanê jî wê ji bo ku emperyalîzm ji Rojhilata Navîn were avêtin rola sereke baş bilîze û ji bo ku di asta cîhanî de were paşxistin bi roleke mezin û dîrokî rabe.

Du faktor hene ku cih û girîngiya şoreşa Kurdistanê di nav şoreşa cîhanê de diyar kirine: Ya yekemîn, şoreşa Kurdistanê wekî berhemekê di mercên ku meylên revîzyonîst ên modern, tevgera komînîst a cîhanê di asteke girîng de texrîb kiriye û yekîtiya wê parçe kiriye de derketiye meydanê; Ya duyemîn, Şoreşa Kurdistanê, di nuxteya kilît a herêma Rojhilata Navîn de cih digire ku hêzên sosyalîst û hêzên emperyalîst jî, ji bo têkoşîna mezin a ku li dijî hev dimeşînin bixin berjewendiya xwe, li vê herêmê dest bi amadekariyekê kirine. 

Îro, Tevgera Komînîst a Cîhanê derbeyeke mezin xwariye û di asteke mezin de yekîtiya wê parçe bûye. Li milekî ve ji aliyê teoriyên ‘pêşveçûna civakî ve û li milê din, ji aliyê teoriyên ‘du dewletên super’ û ‘cîhana seyemîn’ ku wekî li dijî van teoriyan pêş dikevin xuya dikin, lê di rastiya xwe de bi van re digihîjin hev, li dijî tezên esasî ku mijarên herî girîng ên analîzên li ser dewlet, şoreş, dîktatoryaya proletaryayê, di nav aştiyê de li gel hev jiyîn, di rêya ku ne kapîtalîst re derbasbûna sosyalîzmê û şer û emperyalîzmêne şerek hatiye destpêkirin. Hewl tê dayîn ku ev şer bi hemû giraniya xwe were meşandin. Wexta ku serasera lê tê mêzekirin, welê xuya dibe ku ti dibêjî qey ev teorî û meylên ku xwe disperin vê teoriyê, bi hev re şer dikin. Lê ya rast ew e ku, her du alî jî li dijî Marksîzm-Lenînîzmê şer dikin. Tevî ev panzdeh sal in ku li dijî hev şer dikin ji bo ku gelên cîhanê rizgar bin ti rêxistin û tevgerên ku xwe dispêrin van her du meylên revizyonîst, mînakeke herî biçûk ê serkeftî jî nedaye. Ya dikin, nirxên şoreşger ê gelan li dijî hevbikaranîn û berhewa (çarçur) kirin e.

Tevgera Şoreşger a Proleter a Kurdistanê ku hê pir ciwan e, ji vê rewşê pir zerer ditiye. Lê belê tevî vê, eger têkoşîna ku li dijî her du meylên revîzyonîst dimeşîne, bi şiklê kudi nav têkoşîna li dijî mêtingeriyê de rêxistineke proleteryayê ya bihêz û ji pola ava bike bi encam bike, wê proleterya û gelên dinê feydeyeke mezin ji vêbigirin. Îhtimal heye ku şoreşgerên proleter ên Kurdistanê wezîfeyeke dîrokî pêk bînin. Ev her du meylên revîzyonîst jî, welatên sosyalîst wekî ku emperyalîst û faşîst bin bi gelê Kurdistanê didin naskirin û wekî ku bi hev re di pêşbirkê de bin xizmeta emperyalîzmê dikin, herwiha wekî ku ji webayê birevin ji têkoşîna şoreşger direvin. Ji ber vê yekê, li dijî van meylan têkoşîn dan meşandin û karê van temam kirin ji bo şoreşgerên proleter ên Kurdistanê ne zêde karekî zehmet e. Ji bo karekî bi vî şiklî, Kurdistan, cihekî pir destdayî ye. Li welatên ku ji bo şoreşê şert û merc heya asta dawiyê nehatine asteke destdayî, bihêsanî revîzyonîzm nayê bi bin xistin. Lê welatekî wekî Kurdistanê ku ti ferq û cudahiya jiyîna ji derveyê şoreşê ji jiyana heywanan tineye, revîzyonîzm nikare ti sozan bide. Eger bide jî, dikare bi hêsanî bêmanebûna van sozan were fêm kirin.

Kîjan welat dibe bila bibe, li welatekî ku rûyê derewîn ê her şiklê neteweperestiya burjuwaziya biçûk derketiye meydanê û van hêz û quwetan ji mêj ve amadekariya xwe kirine ku di pêşberê pariyekî herî biçûk de xwe bifiroşin, wezîfeya pîroz a şoreşgerên proleter ên Kurdistanê ew e ku; li aliyekî li dijî revîzyonîzmê, li aliyê din li dijî cewiyê/a revîzyonîzmê û neteweperestiya burjuwa û burjuwaziya biçûk ku bi revîzyonîzmê re heman maskeyê bi kar tîne, ala proleteryayê bilind bike.

Eger, şoreşgerên proleter ên Kurdistanê, li gel serxwebûna welatê xwe, van wezîfeyên xwe pêk bînin, bi rêxistineke komînîst ku ser keftiye pêşkêşî proleter û gelên cîhanê kirine, wê were hesibandin ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anîne û helbet wê ji vê serbilind bibin.

Şoreşa Kurdistanê ya ku parçeyek ji şoreşa proleteryaya cîhanê ye, bi Şoreşa Cotmehê destpê kiriye û bi tevgerên rizgariyê yên neteweyî jî her ku diçe xurt dibe. Tevî ku emperyalîzm şer sor dike, têkoşînên gelên cîhanê yên rizgariya neteweyî, demokrasî û sosyalîzmê, ne ku qet îhtîmala derketina wê nîne jî derketina şerekî cîhanî bi zehmet xistiye. Ji ber vê yekê, piştî 1945’an şoreşên welatên cur bi cur ne di navan jî dawiyê pêvejoyeke wiha de, di pêvajoyek ku şerên wiha tine de tên lidarxistin. Raseriya mîsoger a ku gelên cîhanê li dijî emperyalîzmê bi dest xistine, di roja me ya îro de, lidarxistina şoreşan li yek welatî mimkun dike. 

Ev faktor (zehmetiya derxistina şerekî nû yê cîhanê û biquwetbûna derfetên lidarxistina şoreşê li yek welatekî tenê) dibin sedem ku, emperyalîst, mewziyên di destên xwe de xurt bikin, nokerên xwe bi kar bînin û têkoşînên gelên cîhanê tasfiye bikin. Emperyalîstan, li Asya û Afrîkayê pir quwet wenda kirine. Emperyalîstên ku nikarin bêyî çavkaniyên petrola zengîn a Rojhilata Navîn sîstema xwe berdewam bikin, ji ber cih û nirxa wê ya stratejîk-coxrafîk û siyasî ku xwediyê potansiyeleke girîng e giraniya xwe didin ser Rojhilata Navîn û bi hemû quweta xwe hewl didin da ku xwe li vê herêmê ragirin. Weke ku me di destpêka vê beşê de jî diyar kiribû, hêzên îdeolojîk-polîtîk ên paşverû ku pêre li hev dike û nokerên wê ne bi kar tîne û hewl dide ku têkoşîna gelên Rojhilata Navîn ji quwetê bixe, ji rê derxe û tasfiye bike.

Rola girîng a duyemîn a Şoreşa Kurdistanê, di vê nuxteyê de xwe dide der. Kurdistan, xeleka herî zeîf a zîncîra emperyalîst a li Rojhilata Navîn e ku tê xwestin were xurtkirin. Kûrkirina têkoşîna şoreşgerî li vê xelekê, wê bibe sedem ku xelek qut bibe. Wê li pey vê, têkoşînên şoreşgerî yên gelên Rojhilata Navîn pêş bikevin û bigihîn serkeftinê. Sîstemeke emperyalîst ku ji Rojhilata Navîn hatiye qewitandin, pêvajoya ku ew sîstem bi çend derbeyên dawî di gelaşdanka dîrokê de were binaxkirin wê hê kurtir bibe.

Ev her du nuxte, yanî li aliyekî tevgereke proleteryayê ku di têkoşîna li dijî revîzyonîzma modern û azadiya welat de serkeftin bi destxistiye û li aliyê din tevgereke rizgariya neteweyî ku emperyalîzm hilweşandina xwe ya dawî dijî de di xeleka sîstemê ya herî zeîf de derbe lêdaye, girîngî û desteka di asta cîhanê de ya şoreşa Kurdistanê nîşan dide.

Wekî encama hemû ev tiştên hatine vegotin; enternasyonalîzma proleteryayê li gorî me, bi têkoşîna “milî” û rizgariya civakî ku tenê li yek welatî tên mêşandin re nakok nakeve. Berevajî, tenê dikare li gorî şert û mercên wan welatan şikil bigire û bimeşe. Ji ber ku tenê yek şîroveya rast a enternasyonalîzma proleteryayê heye. Ev jî ew e ku, şexsek ji bo şoreşa li welatê xwe têkoşîn bike û li cîhanê jî di aliyê madî û manewî de tenê alîkarî bide wê rêya rast a şoreşgerî. 

Rêber Apo

 

 

 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar