Fermandariya
Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ‘Em erkê parastinê radestî
gelê wargehê û bi taybetî jî radestî ciwanan dikin.” Ya herî girîng ewe ku ev mêzandina
fermandariyê baş were fêhmkirin. Dibe ku dema ev biryar hatî ragihandin gelek
kesan xwe bê parastin hîs kiribin. Lê dema ev biryar baş were fêhmkirin û li
gor perspektîfê fermandariyê tevger kirin çêbibe wê gelê wargehê xwe bi xwe biparêze.
Ev erka parastinê dikev ser milê hemû ferdên civakê.
Di dîroka
penaberiya gelê wargehê de, hema bêje di hemû wargehan de rastî êrişên dijmin hatine.
Lê êrişa herî mezin di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ku bi fermana MÎT a
Tirkiye tevdigeriya pêkhat. Li hemberî wê êrişê di pêşengtiya Şehîd Têkoşer
Gever û 8 gerîlayên azadiyê de gelê wargehê berxwedaniyek dîrokî nîşan da û
nehiştin ku DAIŞ li ser gelê wargehê û gelê herêmê qirkirinê pêkbîne. Di
bingehê vê serkeftinê de bi qasî profesyoneltiya gerîla, wêrekiya gelê wargehê
hebû. Ev wêrekî ji welatparêziyê tê, gelê wargehê bi têkoşîna xwe mînaka
welatparêziya herî mezine. Ji ber vê yekê di çavê dijmin de hertim bûye kelem. Bê
gûman ev welatparêzî jî ji baweriya fikir û felsefeya Rêber Apo tê.
Paradîgmaya
Rêber Apo bi hemû rehendên civaka demokratîk û exlaqî, xwe dispêre parastina cewherî.
Parastina cewherî ya civakê, di hemû kêliyên jiyanê de xwe li hemberî her cûre
êrişan amadekirin û parastine. Di vê mijarê de gelê wargehê xwedî tecrûbeyek
mezine. Ti civak nikarin bê parastin hebûna xwe bidin berdewam kirin. Parastina
civakê bi hişmendî û rêxistinbûyînê ve girêdayî ye. Civakek rêxistinkirî xwedî
hêza herî mezin a parastinê ye. Dema rêxistinbûyîna civakê lawaz bibe parastina
civakê jî lawaz dibe. Niha dijimin rêbazê êrişên xwe dem bi dem diguhere.
Hişmendiya lawazkirina rêxistinbûna civakê, êrişa herî mezine. Wê demê tişta ku
rêxistinbûyîn, aborî, çand û civakbûyana me lawaz dike pêwîste em li hember wê
xwe biparêzin û bizanibin ku ev êrişeke.
Belê, Fermandariya
Bîryargeha Navendî di daxuyaniya xwe de bang li ciwanan kir ku ‘Erkê parastina
wargehê li ser milê we ye.’ Bêgûman di hemû civakan de ciwan hêza parastina
civakê ne. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî ku hejmara ciwanan têra parastinê dike rastî
êrişên cur be cur tê. Yek ji van êrişan jî rêya Ewropa ji ciwanan re vekirine.
Armanc ewe ku wargehê ji ciwanan valabikin. Nebûna ciwanan di civakê de hêza
fikrandin, afirandin, zîndîbûn, nûbûn û rêxistinbûnê lawaz dike. Wê demê erka
ciwan ya demê zelale. Xwe rêxistinkirin û parastina wargehêye.
Wargeha Şehîd
Rustem Cûdî bi hêza xwe ya rêxistinbûnê di çolistanê de dibe gulistan. Her gulek
bi striyên xwe, xwe di parêze. Ew beşek ji xweşikbûna wê bedewbûnê ye. Bi fikir
û felsefeya Rêber Apo û di pêşengtiya tevgera Apoyî de wê wargeh wehiya civaka
demokratîk a di çolistana Rojhilata Navîn de be. Wê kesek nekaribe gavê bi wan
bi şûnde bide avêtin. Dibe ku dijmin û hinek hêzên xêrnexwaz bi xwazin ji vê
rewşê sûd bigrin û êrişan pêk bînin. Lê hêza civakê ya rêxistinbûyî û tevgera
Apoyî wê rê nede vê yekê. Biryara fermandariya HPG, di heman demê de hikûmeta
Iraq û NY jî vexwand erkê wan. Ji sala 2014’an ve hikûmeta Iraq û NY berpirsîyartiyên
xwe pêk ne anîne. Van hêzan gelek caran hebûna hêzên HPG dixistin hencet ku berpirsîyartiyên
xwe pêkneyîne. Ji niha û şûnde hikûmeta Iraq û NY raste rast ji hemû kiryarên ku
li hemberî wargehê pêk were berpirse. Ger erkê xwe bicih neyîne wê gel û
tevgera Apoyî hesab ji wan bi xwaze.
Andok Ozgur
0 Yorumlar