Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Tirkiye ji bo bidestxistina statû û parçeyek ax, Îslamiyetê qebûl kir’

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Mexmûrê Mamosta Seîd Çomlek diyar kir ku têkiliya Tirkan bi ti olan re nîne, qasî êrişa olên cuda kirine ewqas êrişî Îslamiyetê jî kirine û wiha got: “Tirk bi nasnameya Îslamiyetê li Rojhilata Navîn bicihbûn. Ti têkiliya desthilata Tirkiye ango tifaqa AKP-MHP-Hîzbullah bi Îslamiyetê re, bi ti baweriyan re nîne. Me vê yekê di êrişa li ser Mizgeftek a Mexmûrê de vekirî dît.”

Farqîn Kara


Dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê ve dijminahiyek dijwar li dijî hemû gelên li Rojhilata Navîn tîmar dike û mezin dike. Ji bo tunekirina çand, ol, ziman û nasnameya wan bi her awayî êriş û qirkirinek hem fîzîkî hem jî çandî dide meşandin. Li Bakurê Kurdistanê êrişî Elewiyan, li Rojava êrişî Sûryanî û Asuriyan, li Başûr êrişî Êzidiyan dike. Qasî ku êrişî ol û netewên din dike, ewqas êrişî Misilmanan jî dike. Qaşo xwe weke xelîfeyê Îslamiyetê nîşan dide jî, lê li pişt de li perestgeh û cihên olî komkujî û qetlîaman pêktîne.

Di şeva 7’ê Cotmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di demjimêr 19:05’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, di dema nimêja cimeet a eşayê de mizgeftek bombebaran kir û encamê de jina bi navê Zeyneb Îbrahim Îsmail û zarokên binavê Egid Tekin Osman û Azad Şefiq Mehemed birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê heman demê de Mamostayê waneya Dîrokê, Mamosta Seîd Çomlek di derbarê hatina Tirkan ji bo Enatoliyayê, çawa ji bo standina xak û statuyekê îslamiyetê qebûlkirine, her cihê ku tê re derbazbûne talan û diziyê pêkanîne, her wiha qala bêdengiya hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî li dijî êrişên li ser Mexmûrê de ji ajansa me re axivî.

Mamosta Seîd Çomlek di destpêka axaftina xwe de qala hatina Tirkan a Rojhilata Navîn kir wiha got: “Tirk di destpêkê de ji ber sedemên nakokiyên hindir ên li gel civakên Asya Navîn û dûr, her wiha şer û pevçûnên li gel Moxolî û şaristaniya Çînê berê xwe didin Rojhilata Navîn. Xwedî taybetmendiyên civakên koçerin, her ciha ku derfetên jiyanê lêne li wir niştecih dibin. Ji bo bikarin jiyana xwe berdewam bikin, berê xwe didin cihên din. Destpêkê Efganistan, Îran û piştre jî digihijin welatên Ereban. Dema digihijin wê herêmê weke mêhvan ku xwe dispêrin desthilatên herêmê jiyan dikin ku wê demê desthilata herî serdest Ebasîne. Di dema hatina wan de nakokiyên desthilata Ebasiyan bi civakên herêmê re heye, êrişên civakên xwecihî li hemberî împaratoriyê çêdibin, bi taybet serhildanên Kurdan dijî Ebasiyan çêdibin. Ji ber vê yekê derfetê Tirkan yê hatinê heye. Bi wateyek din Tirk di sedsala 9’an de xwe li herêmê bi cih dikin. Li herêmê desthilata Ereb a Ebasiyan serwer bû, lê civakên xwecihî yên weke Faris û Kurd jî hebûn. Bi destûr û pejirandina van jî Tirk dikarin li herêmê bi cih bibin. Ev yek jî ji taybetmendiya mêhvanperweriyê ya bi civakan re heyî de derket holê ku Tirk jî civakek rastî êrişan hatî, perîşanbûyî û reviyayî bû.”

‘Rewabûna Tirkan ya li Rojhilata Navîn bi Îslamiyetê çêdibe.’

Mamosta Seîd destnîşan kir ku dewleta Tirk ji lewaziya heyî sud wergirt û wiha pê de çû: “Tirk li herêmê destpêkê weke eşîrên bê bandor jiyana xwe didomînin. Lê piştî lewazbûna Împaratoriya Ebasiyan ji lewaziya heyî sud werdigirin. Di vê demê de rayedarên Ebasiyan ji bo desthilata xwe berdewam bikin pêwîstiya wan bi Tirkan heye. Hem pêwîstiya Ebasiyan bi Tirkan heye, hem ya Tirkan bi Ebasiyan heye. Li ser vê yekê Tirk bersiva daxwaza alîkariyya Ebasiyan dipejirînin. Piştî hîn zêdetir lewazbûna Ebasiyan, êdî Tirk dibin hêzek serbixwe û hihêztir dibin. Tevî ku demeke dirêj bi ser bi cihbûna wan a li herêmê re derbazbû jî lê civakên herêmê hîna neqebûlkirinek wan hebû. Ew jî dizanin bi hêsanî li Rojhilata Navîn bi cihbûyîn ne pêkane. Ev çax heta salên 1071’an berdewam dike, di wê demê li ser navê Îslamiyetê seferek li milê Anadoliyê didin destpêkirin. Her çendî hêza leşkerî ya bi hêz Tirk ango bi navê xwe yê wê demê Selçûqî jî bin, lê hîna desthilata siyasî di destê Ebasiyan de bû, lewma li ser navê Ebasiyan li dijî Bîzansiyan, bi alîkariya Merwaniyan li Enetoliyayê şer dikin. Mirov dikare vê yekê bêje ku rewabûna Tirkan ya li Rojhilata Navîn bi Îslamiyetê çêdibe.”

‘Bê ku ji Îslamê bawer bikin, nasnameya Îslamê girtîn’

Çomlek diyar kir ku Tirkên hatîn Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiyên dagirkerî û talankeriyê bûn û wiha axivî: “Di dîroka Kurdistanê de dema em lêdinêrin, têgeha Moxlacî gelek derdikeve pêş. Moxlacî civakek a li Asya Dure. Dibe ku navê wan û Tirkan cuda be, lê ji heman coxrafyayêne û xwediyê heman taybetmendiyanin, taybetmendiya wan jî talankirin û dagirkeriye, bê ku hilberînê bikin li ser destkeftiyên civakên din hebûna xwe berdewam kirine. Ev taybetmendî ne piştre hatiye standin, ji destpêkê de heye. Pejirandin û qebûlkirina civakek, eşîretek din di nava xaka civakek din de gelek zehmete. Tirk dema hatî herêmê, xwedî taybetmendî, şêwe û baweriyên cuda bû. Di rastiyê de çawa civakên herêmê Tirkan qebûlkirine, çawa destûra bi cihbûna nava xwe dan, cihê lêkolînê ye. Ji ber hemû karesatên din ji vê yekê şûn de destpê kir. Xwedî baweriyek nêzîkî Şamanbûn, heta mirov dikare bêje nêzîkî baweriya mirovên destpêkêbû. Lê li Rojhilata Navîn baweriya Îslamê serdeste. Di bi cihbûna Tirkan a li herêmê de Îslamiyet rolek sereke leyîst. Nasnameya Îslamê bê ku bawer bikin girtîn ku rêveberên Tirkan em dizanin ti car ji ti olan bawer nekirine, lê neçar dimînin Îslamê bipejirînin.”

‘Tirkan hertim nasnameya Îslamiyetê bikaranîne’

Mamosta Seîd destnîşan kir ku Tirkan her carê hem di dema hatina xwe de hem di avakirina Împaratoriya Osmaniyan de hem jî di dema komarê de hertim nasnameya Îslamiyetê bikaraniye û wiha axaftina xwe domand: “Em destpêka derketina Erdogan ya li dîka siyasetê ku weke xwendevanek yê Necmedîn Erbakan û Fethullah Gulen dizanin. Lê piştî nakokiyên navbera Erbakan û hêzên serdest ên cîhanê de derketîn, hêzên derve yên weke Emerîka, Erdogan û komek din a ji Abdullah Gul, Bulent Arinc û Beşîr Atalay pêkhatî dijî Erbakan derdixin. Ev yek projeya Îsraîl-Siyonîzmê ye. Niha di roja me ya îro de jî ev nasname bikartîne. Ne mûmkûne ku dewleta Tirk bi carekê de mezin bibe û pêş bikeve, ev yek li tu dera cîhanê nehatiye dîtin, heta hêzek mezin li pişt nebe nikare wisa pêşbikeve. Ji bo vê yekê jî carek din Îslamê bikartînin, civakên herêmê piraniya wan nezanîn lewma bi hêsanî bi Îslamiyetê têne xapandin. Li Rojhilata Navîn Îsraîl weke Emerîkaya biçûke, li gel Îsraîlê jî hêzek yedek heye ew jî Tirk e. Her du hêz jî ji aliyê pergala serdest a cîhanê ve hatine avakirin, ji bo wê carna Îsraîl derdixin pêş, carna jî Tirkiye. Mixabin di bikaranîna nasnameya Îslamê de zererek mezin didin nasnameya Îslamê, em dibînin taybetmendiyên baş û qenc yên ji aliyê civakan ve hatî qebûlkirin, reş kirine, zererek mezin dane Îslamê.”

‘Taybetmendiyên xwe yên talan û wêrankirinê carek din xistine pratîkê’

Mamosta Seîd balkişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û wiha pê de çû: “Bi salane êriş li ser gerîla û qadên azadiyê tê kirin. Di van êriş û jenosîdan de hemû şêwazên êrişan û çekên qedexe hatin bikaranîn. Mirov dikare vekirî bêje Tirkiye tengasiyek mezin jiyan dike. Tevgera Azadiyê di hemû aliyan de Tirkiye xistiye qeyranek mezin. Tirkiye nikare êdî xwe jê xilas bike, lewma taybetmendiyên talan û wêrankirinê ku ji dîrokê de bi wan re heyî, carek din xistine pratîkê. Ji ber wê niha êrişên bê navber hene. Destkeftiyên ku gelê Kurd li gel Tevgera Azadiyê bi berdêldayîna bi deh hezaran şehîdan bi destxistî hene. Rojava yek ji wan cihane. Bi rojane êrişên dijwar li ser Rojava tê meşandin. Tiştên ku li ser Rojava tê kirin di lîteretûra ti civakan de nîne. Şerê Rusya û Ukrayna çêbû ku Rusya dewletek mezine dikare hemû binesaziya Ukrayna têk bibe, lê şerek bi sînor dimeşîne. Ji ber ku dizane asta şer çiqas bê bilindkirin wê zererên mirovî jî ewqas zêde bibin. Lê em dema li Tirkiye temaşe dikin, êrişên bê exlaq dikin, ti quralên şer berçav negirtin. Kargeh, ba û baxçe, rê û rêbar, cihên jin û zarok lê jiyan dikin nayên êrişkirin. Ji bo wê divê mirov tiştekî baş û li gorî zagonên şer ji Tirkan hêvî neke. Ger em hêvî bikin emê winda bikin.”

‘Girêdayî êrişên ser Rojava, em li benda êrişkirina ser Mexmûrê bûn!’

Her wiha Çomlek qala êrişa herî dawî ya li ser Mizgeftek a Mexmûrê kir û wiha anî ziman: “Girêdayî êrişên Rojava, em wek civaka Mexmûr, ji ber ku di demên derbazbûyî de me mînakên wê dîtine em li benê bûn êrişî me jî bikin. Em dizanin dema Hakan Fîdan tê û bi hêzên herêmê re dicive, ji xwe xala destpêkê Tevgera Azadiyê û piştre jî Mexmûr wek kart datîne ser mase. Dixwaze derfetên êrişê bi dest bixe. Herî dawî di 7’ê mehê de di dema nimêjê de, dewleta Tirk êrişek li ser mizgeftek a Mexmûrê pêk anî. Ev êriş, ne êrişek ji rêzê bû. Ji ber ku her çiqas nasnameyek dînî li xwe kiribe lê di rastiyê de tiştek wisa nîne. Em dixwazin ji cîhanê re vê yekê bibêjin ku ti têkiliya desthilata Tirkiye ango tifaqa AKP-MHP-Hîzbullah bi Îslamiyetê re, bi ti baweriyan re nîne. Em vê yekê di encama êrişa li ser Mizgeftek a Mexmûrê hatî pêkanîn de dibêjin.

‘Gotin, ger birc daynin wê êriş çênebe, lê carek din bûn hedefa êrişan’

Di 20’ Gulanê de tevgerek a Iraqê li derdora wargehê çêbû, li ser vê me peywendiyan li gel wan danî ku daxwazên wan çine. Gotin dixwazin derdora kampê têlbikin û birc deynin. Me got pêwîstî bi tiştek wiha nîne ji ber ku civaka Mexmûrê civakek aram û şaristane, ne di hindirê xwe de ne jî ji bo derve ti zererek wê nîne. Ji bo wê me qebûl nekir. Wek sedem zextên Tirkiye û PDK’ê anîn ziman. Di encamê de lihevhatinek çêbû. Me ji wan pirsî ku ji xwe çi feyde nade Iraqê, wê çi feyde bide wargehê? Gotin ger çend bircek derdora wargehê deynin wê dewleta Iraqê derfetê nedin balefir û dronên dewleta Tirk li ser wargehê bigerin. Bi vê şertê me lihevkirin qebûl kir, yan weke din civaka Mexmûrê bi ti awayî qebûl nedikir li dûrê wan jî birc werin danîn ku vê yekê ji bo xwe heqaret dibînin. Lê carek din em bûn şahîd ku bi êrişek a dronê ku teqemeniya wê ji hêza dronê hatî bihêzkirin çêbû.”

‘Divê NY û Iraq me ji êrişan biparêzin’

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Mexmûrê Mamosta Seîd ragihand ku divê NY û Iraq wan ji êrişan biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wargehek siyasî ne ku 30 salin li xaka Iraqê dene. Lê mixabin NY heta niha bersiva daxwazên me nedaye. Hîna di derbarê me de wek Tirkiyeyê difikirin. Dibêjin emê bifikirin û navbera xwe de nîqaşbikin em werin wargehê bi cih bibin an ne. Em bang li NY dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe pêkbînin. Her wiha daxwaz ji Iraqê dikin ku em çawa dibin sêwana NY de her wiha dibin sêwana dewleta Iraqê dene jî, divê guh nedin gotin û fesadiyên dewleta Tirk, me wek civakek xwecihî û ji xwe û mêhvan bibînin. Em ne ji bo pariyek nan, em ji bo mafên xwe yên siyasî li virin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar