Ticker

10/recent/ticker-posts

YNK: 5. Kongreya HDP’ê pîroz be

Rêveberê Mekteb Siyasî ya YNK’ê 5. Kongreya HDP’ê pîroz kir û xwest kongre bibe bingehê çareseriya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê.

Kongreya Mezin a 5’emîn a HDP’ê bi dirûşma “Çareserî bi me re ye” bi beşdariya bi deh hezaran kesî bi coşeke mezin di 3 Tîrmehê de hate lidarxistin.

Endamê Mekteb Siyasî û Rêveberê Mekteba Peywendiyan ya YNK’ê Emîn Babeşêx, bi boneya lidarxistina kongreyê, peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê kir.

Di peyama pîrozbahiyê de tê gotin; “Em lidarxistina 5’emîn Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê pîroz dikin. Hêvîdikin encamên kongreyê bibe bingehek ji bo lihevtêgihiştin û dîtina zimanek hevbeş ji bo çareseriya pirsgirêka pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê.

Helwesta me ya ji bo çareseriya pirsgirêkan ya bi awayek aştiyê neguheriye û YNK piştgiriya hemû hewldanên ji bo aramî û giyanê jiyana hevbeş ya li herêmê dike.”

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar