Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand ku di nava mehekê de ji ber êrişên dewleta Tirk ên di nava xaka Herêma Kurdistanê de, 5 welatiyên sivîl ku di nav wan de 3 zarok bûn şehîd bûne û 15 jî birîndar bûne.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê
Kurdistanê dewam dikin. Heya niha di êrişan de gelek welatî hatin qetilkirin û
birîndar bûne.
Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT)
derbarê êrişên dewleta Tirk de, raporek belavkir. Rêxistina CPT ziyanên di nava
mehekê di encama êrişên dewleta Tirk de bi rêya raporê belavkir.
Li gorî raporê, di nava 21’ê Gulan heya 21’ê Hezîrana
2022’an de, ji ber operasyonên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê, 5
welatiyên sivîl ku di nav de 3 zarok bûn, şehîd ketine û 15 welatiyên din jî
birîndar bûne.
Li gorî heman raporê, piştî êrişên esmanî yên di 21’ê Gulana
2022’an yên ser bi gundê Tuteqel ya li qezaya Çemçemal û şehîdxistina du
welatiyên sivîl, niha 8 malbatan ji tirsa bombebaranê dewleta Tirk gundên xwe
valekirine.
Di dewama raporê de hate gotin; “Tirkiyeyê di çarçoveya
operasyona xwe ya dawî de, 4 baregehên leşkerî li herêmên Avaşîn û Zapê
avakiriye. Ji 16’ê Hezîranê ve jî hewl didin baregehek din li ser çiyayê
Kurejahro ava bikin.”
Li gorî belgeyên bi destê CPT ketine, bûyera 26’ê Gulana
2022’an ya li Bamernê ku 3 zarok têde şehîd bibûn, ji aliyê dewleta Tirk û
encama êrişa dewleta Tirk ve pêkhatiye.
CPT’iyê da zanîn ku leşkerên Tirk ji baregehên xwe gundan
topbaran dikin, rojane raste rast gule di berdin gundan. Hate gotin, dinava 3
rojande yanî ji ji 15 heya 17’ê Hezîrana 2022’an de, 5 welatiyên sivîl li
Derkar, yek jî li Kanî masî ji ber êriş û topbaran dewleta Tirk birîndar bûne.

0 Yorumlar