Artêşa Îsraîlê herêmên derdora parêzgeha Tartus a Suriyê muşekbaran kir, di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndarbûn.
Li gorî ajansa fermî ya Suriyê SANA danê siharê artêşa
Îsraîlê çend cihên li derdora bajarokê Hemîdiye li başûrê parêzgeha Tartus a
Suriyê muşek baran kiriye.
Ajansa SANA ragihand ku di encama muşek barandinê de 2 welatiyên
sivîl birîndarbûne. Lê heta niha li ser ziyanên derdor daxuyaniyek fermî
nehatiye dayîn.
Ji destpêka salê ve, gelek car in artêşa Îsraîlê li dijî
Sûriyeyê êrişan pêk tîne. Herî dawî di 21’ê Gulanê de Navenda Çavdêriya Mafên
Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî û depoyên
komên Îranê yên li derdora paytexta Şamê kir armanc, di encamê de 3 efser
hatibûn kuştin û 4 endamên tîmên pergala “parastina hawayî” yên girêdayî
hikumeta Şamê birîndar bibûn.

0 Yorumlar