Ticker

10/recent/ticker-posts

Di êrişê ser wargehê de birîndar û kesên ji bombebaranê bandor bûne hene

Balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malek kir hedef.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê dan.

Di êrişê de birîndar û kesên ji bombebaranê bandor bûne hene. Kesên jê bandor bûne bêhna wan teng dibe û dikuxin. Rakirin nexweşxaneyê û dibin çavdêriya bijîşkan de ne.

Piştî êrişê şêniyên wargehê çûn mala hatî bombebarakirin û şênî gelek bi kîn bûn.

Her wiha têkildarî vê êrişê wê saet 18:00’an de li wargehê meşek girseyî were lidarxistin û daxuyaniyek were dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku îro şandeyeke leşkerî ya paye bilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di şandeyê fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramndarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana Mexmûrê kirine.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar