Piştî êrişa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), şandeyek girêdayî hikûmeta Iraqê serdana wargehê kir û cihê êrişa ji aliyê balafirên bêmirov a bi çek a dewleta Tirk ve pêk hatî lêkolîn pêkanî û li malên zirer dîtine geriya.
Balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker di saet 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê da. Di encama êrişê de birîndar û kesên jê bandor bûne hene.
Piştî êrişê şandeyek girêdayî hikûmeta Iraqê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û li mala êriş li ser pêk hatî û malên zerer dîtine geriya.
Şandeyê wek berê bêyî ku ti agahî ji gel û çapameniyê re
parve bike ji wargehê derket.
Hêjayî gotinê ye ku îro şandeyeke leşkerî ya paye bilind a
Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di şandeyê
fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramndarê
Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana Mexmûrê kirine.
.bmp)


0 Yorumlar