Xelkê Mexmûrê berxwedana dîrokî ya ji pola ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ev bi salane, li Zap, Metîna, Avaşîn û hemû qadên Kurdistanê didin nîşandan bi dil û can pîroz kirin û piştgiriya xwe ya bi gerîlayan re dan nîşandan.
Armanc Herekol
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi taybet di van salên dawî de, li dijî dagirkerî û xiyanetê, li Zap, Metîna, Avaşîn û hemû qadên Kurdistanê berxwedaniyekî ji pola didin nîşandan. Ev berxwedan û têkoşîna ji pola, ti mînakên wê di dîrokê de tûne ne. Keç û xortên Kurdan, bi fikir û felsefeya ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî, niha li hember balafir, çekên kîmyawî, çekên taktîk nukleerî û xiyaneta Mala Barzanî li ber xwe didin. Ev berxwedanî bûye sedem ku gelê Kurd êdî li xwe vegere û rastiyê bibîne.
Gerîla li Zap, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Botan, Amed û Enqereyê bi dijwarî û bi pisporî li dagirkeran dide. Dagirker jî ketine ferqa hêza gerîla û ji ber wê yekî, bi her cûre teknîka ku ji NATO’yê digire û xiyaneta Mala Barzanî, bi hovane êrişî gerîla û gelê Kurd dike.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî berxwedana gerîla ya ji pola, ji ajansa me re axivîn û anîn ziman ku gelê Kurd minetdar û heyranê berxwedana gerîla ne.
‘Berxwedana ji pola’
Hemwelatiyê wargehê yê bi navê Salih Şirnexî di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku pêvajoya ku gelê Kurd tê de jiyan dikin, pêvajoyekî pir bi hesase û got: “Em wek gelê Kurd di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Qehremantî û wêrektiya ku niha gerîlayên me li Zap, Avaşîn û Metînayê didin meşandin, mînakên wê di ti dîrokên cîhanê de nînin. Keç û xortên Kurdan, ev bi sala nin, di wan tûnelên şer de rûmeta gelê Kurd diparêzin. Em minetdarên wan gerîlayanin. Ev hêza wan gerîlayan, ji îdeolojî û baweriya wan a bi Rêber Apo tê. Egîdî û Zîlantiya ku li qadên şer tê kirin, mirov nikare bîne ser ziman. Gerîla rolê ku dikeve li ser milên wê pêktîne, pêwîste gel jî wisa tevbigere û çi ji kê bê bike. Dem dema xwedî li welat û zarokên xwe derketinê ye. Gerîla vîn û baweriya me ye.”

‘Em heyranê berxwedana wanin’
Her wiha jina bi navê Emîne Pîranî jî peyivî û di serî de berxwedana gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi dil û can slav kir û wiha nêrînên xwe anîn ser ziman: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev demek dirêje li dijî her cûre êrişan li ber xwe didin. Bê nan û bê avin, lê xwedî îrade ne. Em wek gel heyranê wê berxwedanê ne. Gelê Kurd deyndarê wan gerîlayanin. Divê em xwedî li wan qehremanan derbikevin. Keç û xortên me yên pîroz, ji bo welat canê xwe feda dikin. Divê em wek gel jî rolê xwe bileyîzin û dakevin kolanan. Gerîla mînake ji bo me. Divê wek gel, em bibin layiqê wan gerîlayên ji pola.”

‘Wê AKP-MHP têk diçe’
Herî dawî hemwelatiyê bi navê Zekî Geverî jî li ser heman mijarê hestên xwe anîn ser ziman û destnîşan kir ku zarokên axa Mezopotamyayê, di bin sêwana fikrên Rêber Apo de welatê xwe diparêzin û wiha axaftinên xwe domandin: “Berxwedaniya ku niha gerîlayên azadiyê didin meşandin, efsaneyek e. Ti mînakên wê nînin. Dagirker bi her cûre teknîk û teknolojiyê êrişî gerîla û Kurdistanê dike. Lê belê ruxmê wê jî gerîla bi fedaîtî li ber xwe dide. Wê dîtktatoriya AKP-MHP’ê têk biçe û winda bibe. Bi berxwedaniya gerîlayan xûya dibe ku faşîzm bindikeve. Ev berxwedaniya bê hempa ya gerîlayan bûye çavkaniya jiyana azad. Hemû kesên ku bêjin wijdana me heye, divê piştgirî bidin vê berxwedana gerîlayên azadiyê. Xwedî li welat û gerîlayan derketin û piştgirî dayîn, erkê her welatparêzekî ye.”


0 Yorumlar