Em salvegera Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê dijîn. Bi derxistina Rêber Apo ji Sûriyê komploya hegemonên kapîtalîst beriya 25 salan destpêkir û îro jî bi polîtîkaya tecrîtê berdewam dike. Li hemberî vê em di serî de tevahî şehîdên bi bersiva “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ji bo Rêbertî bûne mertal, bi rêzdarî bibîrtînîn û bejna xwe li beranberî wan ditewînin.
Ji bo
têkoşîneke rast a li dijî komployê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî fêmkirina armanc
û bingehên komploya desthilatên kapîtalîst girîng e. Piştî hilweşîna Sosyalîzma
Sovyetan û xirabûna cîhana dû berekî, weke artêşa hegemon a kapîtalîst NATO li
dijî daxwazên gelan ên azadî, wekhevî û demokrasiyê, qonaxek şerê nû dan
destpêkirin. Di sala 1998’an ev şer veguherî komploya li dijî Rêbertî. Ev weke
serkeftina Tirkiye xwiya bike jî, ya rastî Tirkiye di vê komployê de ne xwedî
ti rolekê bû, heta ew bixwe jî hate bikaranîn. Ji bo rast fêmkirina vê, divê ji
qonaxa endambûna NATO û heta 9’ê Cotmeha 1998’an tevahî rûdanên li Tirkiye yên siyasî,
aborî, leşkerî û kuştina kesayetên di vê bingehê de rast bên nirxandin.
Di van
bûyeran de berjewendiyên ABD, Îsraîl û Îngîltereyê di rêza yekemîn de ye. Ji bo
vê di Tirkiyê de; xeta dewleta kûr a Gladyo hatiye bihêzkirin, deriyên çareseriyê
yên demokratîk hatine girtin, bi gurkirina şerê navbera Tirkiye û PKK’ê ve siyaseta
lewazxistin û qontrolkirina herdû aliyan weke rêbaz hate bikaranîn. Ya rastî
pêvajoya komployê weke destpêkirina şerê cîhanê yê siyemîn jî dikare were pênasekirin.
Bi vî awayî hêzên desthilatdar ên cîhanî ji bo li Tirkiye, Kurdistan û tevahî Rojhilata
Navîn serweriya xwe avabikin, tevgeriyan.
Piştî
hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, hîn ji salên 90’î ve lêgerînên Rêbertî yên Sosyalîzma
demokratîk, astenga herî mezin a li dijî bîrdoziya modernîteya kapîlatîst e. Ji
bo karibin Rêbertî û PKK’ê bixin bin bandora xwe û di nava pergala xwe de
bihelînîn, gelek rê û rêbaz ceribandin. Lê ji ber radestnekirina vîna xwe, parastina
civaka exlaqî û polîtîk, mezinkirina têkoşîna jin û xeta alternatîf, Rêbertî li
pêşiya xwe weke astenga herî mezin dîtin û tevî nakokiyên xwe jî di komploya
navnetewî de li hev kirin. Hêzên weke Rusya yên qaşo bi yên din re herî zêde
binakokbûn, tev di bazara li ser Rêbertî de bûne yek.
Ji ber
bi sedema wî welatek û gelek nekeve nava şer, Rêbertî ji Suriye-Rojavayê Kurdistanê
derket û dest bi meşa Ewropayê kir. Ceribandina rêya çareseriya demokratîk a bi
dîplomasiyê di berjewendiya gelan de, lê li dijî hesabên desthilatdaran bû. Derfetên
herî biçûk ê ji bo çareseriyê jî hate bikaranîn. Lê bersiva dostên sexte jî komplo
bû. Vê meşa Rêbertî ya li Ewropayê rûyên rastî yên dewlet-netewên bi navê
demokrasiyê tevdigeriyan raxist berçavan û xiyaneta sedsalê derket holê.
Pêvajoya
ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibatê dîlgirtina Rêbertî bi serê xwe qonaxeke şer û
têkoşîneke mezin a di navbera du bîrdoziyan de ye. Di aliyekî de bîrdozî û
paradîgmaya modernîteya kapîtalîst, di aliyê din jî sekna ewladek şîr helal ê
dayîk û gelan. Ev meş û têkoşîna 107 rojan nîşan da ku di nava wan de cih ji vê
re tineye. Ewropa û dewletên xwe weke parazvanên mafê mirovan û demokrasiyê pênase
dikin û deriyê xwe li her kesê û her tiştî vedikin, ji bo Rêbertî girtîbû.
Meşeke
Rêber Apo ya 50 salî heye, meşeke di nava xwe de her guhertin û veguhertin pêkaniye,
lê ti carî xiyanet li rêgezên xwe yên bingehîn nekiriye. Di vê wateyê de
têkoşîna 50 salî di nava diyalektîkek hevtemamker û pêşketinê de berdewam
kiriye. Li gel vê jî meşa 25 salên dawî ya piştî komployê taybetiyên xwe yên
hîn kûrtir hene. Li ser bingehên zanebûn û tecrûbeyan avabûne, li hemberî
paradîgma û pergala modernîteya kapîtalîst paradîgmaya civaka demokratîk,
ekolojîk û azadiya jinê afirand û pergala alternatîf dikare çawa be, nexşeya wê
danî holê. Bi vê re peyama dide yek jî ev e; ger di nava pergalê de ji bo te,
gelê te û mirovahiyê ti cih û mafê jiyanê nayê dayîn, wê demê tu neçarî
alternatîf bixwe avabikî. Bendewar nebî, bixwe berpirsiyariya vê hilgirî.
Rêbertî
bixwe berpirsiyariya xwe pêkanî û hîn jî pêktîne. Sekin û berxwedana li Zindana
Îmralî pênaseya vê dike. Li cîhanê ti kes û hêz, bi hevkariya ewqesî hêz û bi awayek
wiha plankirî bi komplo re rû bi rû nemaye. Ev mînaka yekem a dîroka mirovahiyê
ye. Di heman demê de ti kes demeke ewqesî dirêj di zindanek bi vî awayî û
tecrîteke wiha giran de nehatiye hiştin. Ya li zindana Îmralî tê pêkanîn,
siyaseta qirkirina azadîxwaziyê ye.
Weke
bersiva berxwedana Rêbertî erkên mezin hene em pêkbînîn. Ya ji me tê xwestin,
bi zanebûna komplo û pêkanînên li zindana Îmralî têkoşîneke hîn mezintir û
hevpar e. Pergala Rêbertî daniye hole, hîn baştir bigoşt û hestî kirine, hîn
xurtir û berfirehtir pêkanîne. Di vê wateyê de pêkanîna paradîgma û pergala
Rêbertî bersiva li dijî komployê ye.
Ya
pêwîst Rêbertî ji me zêdetir ji bo me kiriye. Girînge em jî vê ji bo xwe û mirovahiyê
bikin. Wê demê emê karibin deynê xwe bidin. Deynê xwe dayîn jî pêwîstiya exlaq e. Ger em vê
bikin wê hinekî jî be wîjdanê me rehetir bibe.
JIYAN
ARAS

0 Yorumlar