Dewleta Tirk a dagirker carek din bi balafirên bê mirov û bi çek malek li wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir, di êrişê de jinek birîndar bû. Piştî êrişê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin; “Iraqa ku ji bo Filistînê bang dike, ji bo Mexmûrê bêdenge, ev cihê gumanê ye. Em bang li herkesê dikin ku dijî êrişan xwedî helwest bin.”
Danê siharê siharê di saet 9:25’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişek ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek yê dewleta Tirk ve pêkhat û di encamê de jinek birîndar bû.
Bi kombûna gel ya li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina êrişa ku siharê çêbûyî, daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusuf Kara ve hat dayîn.
Yusuf Kara behsa êrişên dewleta dagirker kir û got: “Dewleta faşîst û qirker ku nesîbê xwe ji mirovahiyê nagire, di nava hefteyekê de du caran êrişî wargeha Şehîd Rustem Cûdî kir. Êrişên ku pêkhatîn yek li Mizgefta semta 2 û ya din jî li mala Rojhat Salih pêk hatiye. Di encama van êrişên namerdane û bê exlaq de, dayîkek bi temen bi sivikî birîndar bû. Di êrişa ku li ser Mizgeftê jî pêkhatî 3 kes bi sivîkî birîndar bibûn. Em ji dost û dijminên xwe re vê dibêjin ku dewleta faşîst wekî gurê har lê hatiye, êdî ti sînoran nasnake. Ji ber wê wargehek penaber ev 30 salin di Iraqê de ji sedê heftiyê(70)wê zarok, jin, kal û ciwan têde jiyan dikin. Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin ne ji rêzê ye, ji ber wê em bang li raya giştî ya Kurdistanê, raya giştî ya Iraq û Navnewî dikin ku ev êrişên dewleta Tirk li ser gelên Kurdisanê dikin em jêre bêjin êdî bese.”
Yusuf Kara di nava axaftinên xwe de êrişên Îsraîlê jî bi bîrxist û wiha pêde çû: “Her roj derdikeve ser televziyonê û dibêjin Îsraîl komkujiyan pêktîne û zarokan di kuji. Lê dewleta faşîst û qirket bixwe van kiryaran pêktîne. Em dibînin dewletên navnetewî, dewletên cîran û dewleta ku em di nav de jiyan dikin bang li Îsraîlê dike û dibêje tû komkojiyan pêktînî, lê dewleta Iraqê ku em mêhvanên wî ne, di nava hefteyekê de du êrişên namerdane li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêkhat, lê heta niha jî ti dengek ji rayedarên hikumeta Iraqê derneketiye, ev cihê xemgînî û gumanê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Bimire Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.

0 Yorumlar