Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak têkildarî êrişa 7’ê Cotmehê ya dewleta Tirk a dagiker ya li ser wargehê axivî û got: “Yekane rêya vala derxistina van êrişan di berxwedana xwe ya 30 salan de israr kirin e.”
Jiyan Pîran
Piştî
çalakya gerîlayên HPG’ê ya li ser paytexta dewleta Tirk Enqerê, dewleta Tirk
êrişî Rojava yê Kurdistan, Herêmên Parastinê yên Medya û herî dawî di 7’ê
Cotmehê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexûrê kir. Têkildarî êrişa li ser Mexmûrê
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî:
‘Nefesek
azad neyê sitandin’
Filîz
Budak di destpêka axaftina xwe de diyer kir ku êrişên niha li ser Kurdistanê
tên pêkanîn girêdayî Komploya Nevdewletî ya 9’ê Cotmehê ye û wiha got: “Êrişa
li ser Mexmûrê hatî pêkanîn, ji êrişên li ser Kurdistanê ne cûdatire. Hemû êrişên
heyî bingihê xwe ji komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê digire. Ji ber wê jî
heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkneyê wê li Kurdistanê nefesek azad neyê
sitandin. Taybet jî gelê Kurd yê ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya jinan têkoşîn
dikin heta azadiya fîzikî ya Rêber Apo bi destnexin wê azadî û aştî li
Kurdistan û Rojhilata Navîn neyê bidestxin.”
‘Di
Mexmûrê de mayîn di berxwedanê de israr kirin e’
Filîz
Budak di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev 30 salin bê navber gelê Wargeha
Penaberan a Mexmûrê li hemberî êrişên dijmin têkoşîn dike û wiha pêde çû: “Ji
ber ku Mexmûr jî parçeyek ji berxwedana 100 salê ya Rêber Apo ye, dibe armanca
êrişan. Yekane rêya vala derxistina van êrişan, di berxwedana xwe ya 30 salan
de israr kirin e. Ev 30 salin Mexmûr li hemberî hemû şert û mercan li
berxwedide. Ji ber ku dewleta Tirk nikare bi qirkirinê Kurdan tine bike, dest
bi polîtîkaya valakirina Kurdistanê kiriye. Dixwaze bi vekirina deriyê Ewropayê
Kurdistanê vala bike û di Kurdistanê de Ereb, Tirk û Tirkmenan bicih bike. Di
Mexmûrê de mayîn di berxwedanê de israr kirine. Ji bo xurtkirina sîstema Netewa
Demokartîk di saziyên wargehê de xebat kirin, ji kêmaniyên heyî re bûyana
bersiv û di xeta îdolojîk de xwe perwerde kirin û civak perwerde kirin
binxistina dijmine. Bi sekna Rêber Apo ya ku ev 25 sale li Îmraliyê berxwedide,
em jî dikarin bi wê berxwedaniyê van êrişan vala derbixin.”
‘30
salin li berxwedide’
Filîz
Budak bang li gelê Kurd kir ku pêwîste îro ji hemû demê zêdetir di berxwedana
xwe de israr bikin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Dijmin dixwaze Mexmûrê tine
bike û ji bo wê ji êrişek topyekûn li ser Mexmûrê daye destpêkirin. Çalakiyên
Mexmûrê yên girseyî wê bibe sedem ku dijmin gav şûnde bavêje. Ev gel 30 salin
li berxwedide, beriya wê jî li ser gundê xwe li berxwedida. Ger îro ev civak li
vire, vî gelî terciha xwe bi Rêbertî û PKK’ê re kiriye. Vî gelî di berdêla
azadiyê de birsîtî, pêxasî û şewata gundên xwe girtiye berçavê xwe. Ev gel di
van 30 salan de hemû cûrên êşkenceyên derûnî û fîzîkî bi çav û bedena xwe jiyan
kirine. Li rûxmê hertiştî jî, vî gelî dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Em bang
li tevahî gelê Kurd dikin çawa ku hete niha li berxwedane, ji niha û şûnde jî
di xeta xwe ya berxwedanê de bi israr be. Di heman demê de li hemberî xiyanetê
pêwîste gelê me xwedî helwestek diyar be. Di jiyanî kirina fikirê Rêber Apo de
israr kirin, wê me bigihîne azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê.”

0 Yorumlar