Em 25’emîn sala destpêka Komploya 9’ê Cotmehê xilas dikin û sala 26’emîn ya vê rûreşiya li hember Rêberê xwe pêşwazî dikin. Bê gûman, di pir aliyan ve ev komplo hat nîqaşkirin, nirxandin û şîrovekirin. Piştî demek dirêj hîn zêdetir sedemên vê komployê û rola dewletên herêmê û xeta îxanetê ya di nav Kurdan de derket holê. Li gel van sedeman, ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibata 1999’an qehremantiyên pir giranbûha jî derketin holê. Di bin dirûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” de ji bo azadiya Rêberê me bi dehan mirovên me bedena xwe dan ber agirê şoreşê û nerazîbûn û sekna xwe diyarkirin. Piştî 15’ê Sibatê jî bi hezaran çalakiyên bi vî awayî derketin holê. Ciwanên ku xwe wek fedaiyên Rêber Apo didîtin, ref bi ref berê xwe dan çiyayên azad û têkoşîna xwe hîn bilindtir kirin. Di roja me ya îro de jî gelê Kurd û dostên xwe di pêşengtiya jin û ciwanan de li her derê cîhanê gelek çalakiyan dikin û jiyan bûye sekna azadiya ji Rêber Apo re. Bê gûman ev çalakî wê hîn di asteke bilindtir de berdewam bikin. Xwedî derketina Rêber Apo ya bi vî awayî yek jî bingeha xwe ji şêwazê perwerde kirina civakê û milîtanên PKK’ê digire.
Rêber Apo
dema dest bi vê têkoşînê kirî, ji xwe re wek erka sereke perwerde kirina xwe û
hevalên xwe dît. Heta dawiyê jî xwe di vê mijarê de kûr kir û hevalên xwe bi
perwerdê anî asta ku bikaribe hebûn û hêviyek ya serkeftinê ava bike. Dema
derbasî derveyî welat jî bû ev rêbaza xwe di asteke jor de da pêkanîn û her
qada ku lêye bû dibistana şoreşê. Di wan dibistanan de bi hezaran milîtan
perwerde kir. Çawa ku Lenîn gotiye “rêxistin rêxistin rêxistin.” Rêber Apo jî
di her kêliya jiyana xwe de got “Perwerde Perwerde Perwerde.” Ne tenê milîtanên
xwe, ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Kurd di wan dibistanan de perwede kir. Di
heman demê de van milîtanan her qada ku çûyînê, ev şêwazê perwerdê ji xwe re
kirin bingeh û li ser vê rêxistinbûyîna xwe dane avakirin. Vê rêbazê hişt ku
gelê me bi awayek lez û bez bixwe bihese, rastiya xwe bizanibe û ji bo azadiya
xwe dakeve kolanan. Dijminên me ti caran ev rastiya Rêber Apo fêm nekirin. Kuştin,
talan, komkojî û koçber kirin, şewitandin û girtin, lê dîtin ku rûxmê vê jî di bin
pêşengtiya PKK’ê de gelê Kurd hîn mezintir, hîn zanatir û hîn berxwedêrtir
dibe. Bi pistepista xayînan vê carê tevahî karê xwe kirin komplo da ku vê
rêbazê bidin sekinandin û gel û partiya me bê Rêbertî bihêlin. Ji bo vê yekê bi
awayekî, di dîrokê de mînaka wê tûne ye, hemû dagirker û mêtîngerên cîhanê
hatin li gel hev û êrişî Rêber Apo kirin. Ev êriş gihişte wê astê ku Rêber Apo neçar
bimîne da ku ji Sûriyê derbikeve. Piştî vê neçariyê du rê derdiketin pêşiya
Rêbertî, yan wê biçûya derveyî welat yan jî wê biçûya çiyayên azad.
Di paraznameya
yekem a Şaristanî de Rêber Apo vê rewşê wisa tîne ziman; “Rêyeke din a ku min karîbû pêde biçûma çiyayên Kurdistanê bûn. Dema ez
zarok bûm navê ‘Dînê Çolê, dînê Çiyê’ jî li min kiribûn. Lê ji ber du sedeman
min ev plan weke alternatîfa duyemîn dihişt. Li çiyê, li devera ez bimama wê bi
her cureyê çekan bombe bikirana zirareke mezin wê li heval û gelê me bibûya.
Wexta min ji bi vî awayî li mijarê temaşe dikir eşkere min didît ku tenê rê û
rêbazên leşkerî wê bikevin dewrê û bi tevahî rêya leşkerî wê xwe li ser me ferz
bikira. Ya din jî ew bû ku pir zêde bê
perwerdebûna ciwanan bû. Ji sedî sed diviyabû min ew perwerde bikirana. Ji ber
baweriya bi van her du pêdiviyan min xwe ji rêya çiyê kir.” Mijara yekemîn
aliyekî wek ciwan mirov dikare bibêje ger îro Rêberê me di Girava Îmralî de di
bin tecrîdê de ye, sedema herî girîng pêwistiya perwerdekirina me ye. Ciwanên
zana û bi xwebûna xwe hesiyane dikarin azad bijîn. Tevahî bingeha jiyana
azadîxwazekê bingeha xwe ji perwerdekirina xwe û civaka xwe digire. Bê gûman ên
ku xwe perwerde bikin dikarin çalak bibin û cihê xwe di nav jiyaneke bi rûmet
de bigrin. Xwe perwerde kirin wek dareke şîn û geş bûyîne. Ger ku ciwanek
perwerdekirî be û di ferqa xwebûna xwe de be, li tu derê tu dijmin nikarin wan.
Dikarin her derê xwedî li azadiya xwe û Azadiya Rêberê xwe derbikevin.
Bi
mûnasebeta sersala vê komployê erkên ciwanan di wargeh û welatê me de hîn
zêdetir berbiçav dibin. Îro ji hemû aliyan ve tecrîdeke ku mînaka xwe di dîrokê
de tûne ye, li ser Rêber Apo tê meşandin. Gelo çima Rêber Apo evqasî li ser
perwerde kirina me sekiniye? Mirov bi yek hevokê dikare bêje ku hebûn û jiyana me
girêdayî vê ye. Xwe perwerdekirin dara ku fêkî dide ye. Mijara ku heta niha jî
hiştiye em li vê wargehê li ser linga bimînin, jiyaneke bi rûmet bijîn perwerde
ye. Mirovê ne perwerdekirî dikare bibe her tişt lê nikare bibe xwe. Mirovê ku
nikare bibe xwe jî, di esas de jiyan nake.
Rêber Apo
ji bo me perwerde bike ji zû ve deriyên Îmraliyê şikandiye û xwe gihandiye
tevahî cîhanê. Di wan şert û mercan de jî bi hezaran rûpel ji me re
nivîsandiye. Ji ber vê yekê jî dijmin her alî de êşkenceyê lê dike. Madem em jî
ewqasî girêdayî Rêberê xwe û hebûna xwe ne, mijara sereke ji bo me xwe
perwerdekirine. Em dizanin kaniya azadiya me Azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo
dibêje pirtûkên min li kûderê bin ez li wir im. Eger em dixwazin bi Rêberê xwe re
bijîn, tenê yêk rê heye ew jî Rêber Apo fêm kirin û jiyan kirin e. Ango bi
gotinek din ji bo azadiya Rêber Apo em pirtûkên wî bixwînin xwe perwerde bikin.
Baran
Mawa

0 Yorumlar