Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 422 roj li pey xwe hişt

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi koma 83’an di roja 422’an de, bi biryardariyek xurt didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 422’an de bi koma 83’an bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 82’an Sariya Marînos axivî.

Sarya Marînos di destpêka axaftinên xwe anîn ziman ku armanca çalakiya wan ya nobetê ji bo azadiya Rêber Apo ye û wiha got: “Me soz daye heta em Rêbertî azad nekin, em dest ji vê çalakiyê bernadin. Ev zêdeyî salekê ye çalakiya me berdewame. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin. Banga me ji bo hemû Kurdên ku dibêjin em aştîxwazin divê li Rêber Apo xwedî derbikeve. Ji ber ku xwedî derketina li Rêbertî, xwedî derketina li xwe ye. Ji ber ku eger em li xwe xwedî dernekevin, kes li me xwedî dernakevin. Divê her Kurdekî li kûderê dibe bila bibe pêwîste piştgiriya çalakiya me bike. Ji bo wê jî divê heta ku em negihijin Rêbertiyek azad û Kurdistanek serbixwe divê em têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Çalakiya nobertê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hat kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar