Ticker

10/recent/ticker-posts

Dayikên Aştiyê: Iraq ji bo berjewendiyên xwe dihêle dewleta Tirk êrişî me bike

Endamên Saziya Dayikên Aştiyê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk de hatibû armanckirin, bang li tevahî gelê Kurd kirin da ku li dijî êrişên ser Wargeha Mexmûrê bibin xwedî helwest û xwedî li wargehê derbikevin.

Di 10’ê Îlonê saet 17:05’an de Saziya Dayikên Aştiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû hedefa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker. Têkildarî vê êrişê Endamên Saziya Dayikên Aştiyê ya li Wargeha Mexmûrê bi rêya ajansa me hêrs û bertekên xwe yên li dijî êrişa ser wargehê anîn ser ziman.

‘Ev cihê me yê pîroze’

Dayika binavê Emîne Ertûşî ku yek ji endamên kevin a Saziya Dayikên Aştiyê ye, di destpêka axaftinên xwe de anî ser ziman ku wan bi 20 dayikan sazî ava kirine û got: “Me bi 20 dayikan ev der avakir û heta niha jî cihê me ye. Gelek şande û rojnamevan ji derve hatine vir û me hevdîtin kirine. Îro dewleta Iraqê bûye hevkarê dijminê me. Wargeha Mexmûr, wargehek ya penaberane, hemû jin û zarokin. Ev sazî ji bo me pîroze. Cihê Dayikan nayê xirabkirin, lê dewleta Tirk êrişî vê cihê pîroz kir. Ger ev êriş welatek cuda bûya, wê hesab hatiba xwestin. Dayikên li vir hemû dayikên şehîdanin. Ji bo şer çênebe û ji bo aştiyê vir ava kirin. Em bang li raya giştî dikin, çima hûn ji bo wargeha me bêdengin? Em bang dikin, li dijî van êrişan bibin yek û dengê xwe derbixin.”

 

Zarok hîn jî di bandora êrişê de ne

Her wiha dayika bi navê Fehîme Hevlerî jî bertekên xwe yên li dijî êrişê anî ser ziman û wiha axivî: “Ev 30 salin em penaber û ev 25 salin jî em li Wargeha Mexmûr dijîn. Em li vir xwedî mal û zarokin. Ev bi dehan carane, dewleta Tirk wargeha me bomberan dike. Herî dawî jî ev der kirin armanc. Em dihatin vir serdana Dayikan, me bi hev re li vir daxivî û nîqaş dikirin. Lê mixabin hate bombekirin. Derûniya zarokên me têk çûye û gelek tirsiyane. Roja ku êriş çêbûyî û heta niha zarokên me nikarin ji tirsan razên. Ev gelek carin êriş çêdibin û Iraq jî vê dibîne, lê heta niha jî hesabek nehatiye xwestin. Em van êrişan şermezar dikin. Banga min ji tevahî gelê Kurd re ewe ku bibin yek û dijî dijmin bibin xwedî helwest. Heta niha ji aliyê Herêma Kurdistan û Herêma Iraqê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn û bêdengî hevkariye.”

‘Iraq me naparêze’

Herî dawî Dayika Aştiyê ya bi navê Yildiz Çomlek jî di serî de êrişa li ser Saziya Dayikên Aştiyê bi tundî şermezar kir û wiha bertek û hêrsa xwe ya li dijî êrişan anî ser ziman: “Em li vê wargehê hemû penaberên siyasî ne, ji piraniya xwe jin û zarokan pêk tên. Dewleta Tirk a zordar bela xwe ji me naveke. Ev zêdeyî 8 wargehanin em ji ber zilm û êrişên wê koçdikin. Dema ku êriş çêbûyî, şandeyek ji Iraq û Neteweyên Yekbûyî di nav wargehê de qeyda me nû dikirin. Wê demê re êrişî me kirin. Ala Iraqê jî di wargehê de heye û ev êriş dijî serweriya Iraqê jî tê pêkanîn. Iraq me naparêze. Hikûmeta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe dihêle ku Tirkiye êrişî me bike. Em dibêjin êdî bese! Ev zêdeyî deh caranin, Iraq şandeyan rêdikin wargehê û navên me dinivîsin. Bila ji wan were pirsîn gelo tu tişt nav me de dîtine? Mal bi mal digerin û lêkolîn dikin. Bila ew jî êdî dengê xwe derbixin û rastiyê bêjin. Mala Barzanî bêbextiyan li me dike û dixwazin me reş bikin. Mala Barzanî ji her kesî re dibêje ‘Mexmûr hemû leşkerî ye’, ev bêbextiye. Iraq bi dehan caran hatiye mal bi mal geriyaye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar