Ticker

10/recent/ticker-posts

REFORM ÇIYE?


Bersivên Gel:

-Guhertina hindek tiştan.

-Guhertin û veguhertin e.

-Nûjen kirin e.

-Nerm kirina Sîstemê ye.

-Sîstem nû kirin e.

-Di pêvajoyên xitimî de çêkirina guhertinan e.

-Erênî yan nerênî guhertina sîstema heyî ye.

-Ji bo çarserkirina pirsgirêkên civakê, nû kirina hinek pîvanan e.

-Rêya çarseriyê.

-Derbazkirina kêmaniyan e.

Di hemû qonaxên dîroka şaristaniyê de demên ku tengasî, kaos û qirîz dihatin jiyan kirin, civak li rêya çarseriyê geriya ye, rêya çarseriyê di reformê yanî jî nûkirina sîstemê de didîtin. Cara yekem peyva Reform di sedsala 16’an de hatiye bikaranîn. Wek peyîv jî Re (Pêkanîn) Form jî (nûkirin yan jî şêwedayîn e). Ji bo dawî lê anîna kirizên di aliyê civakî, rêveberî û aborî de pêwîstî bi nûkirinê hatiye dîtin, ev nûkirin jî wek Reform tê destgirtin. Civakên ku pirsgirêk jiyan dikirin, tim di nava lêgera alternafekî de bûn. Ji şaristaniyê bigire heta çaxa navîn û feodalîzmê, di hemû pêvajoyên dîrokê de kesayetên xwedî jiyana civakê xwestine ji kirîz û kaosên tê jiyan kirin re bibin bersiv. Gelek caran gihiştine wê zanîbûnê ku sîstema sazûmaniya sazî û rêveberiya civakê ji nûve werin destgirtin wê encamên baş bi xwe re bîne. Reform yan jî şoreşa nûkirinê di sedsala 16’ an de destpêkiriye û tevahî Ewropa bandor kiriye. Sazûman kirina reformê destpêkê li Almanya, Fransa, Îngîltere û welatên Bakurê Ewropayê pêş dikeve. Ev şoreş cara destpêkê li hemberî kilîseyên Katolîkan tevgerek ya olî pêkaniye. Ev guhertin û veguhertin bûye sedem ku li Ewropayê bandoriya xwe li ser civakê çêbike. Ji ber ku kilîseyên Katolîkan yên dewlemend dibûn di nav de bê esibûn (yozlaşma) pêşdiket, ji baweriyê zêdetir bi siyaset û çalakiyên cîhanî re mijûl dibûn. Ev ji bû sedem ku rastî bertekên kesên dîndar werin û rê li ber pêkanîna reformê vebibe. Ev reform pêşî li pêşketina mezhebê sêyem yê olê Xiristantî Protestan vedike. Rêberê tevgera reformê yên destpêkê Teolog û Fîlozof Martîn Luther e. Luther ne mîna reformciyê beriya xwe, di nava kilîseya de di bin navê “Yên ji rê derketîn” de hatin şewitandin, li hemberî kilîseyê serkeftinê bidestdixe û qedera gelên Ewropayê guhert. Di wê demê de Almanya bibû mitîngeha Keşeyan, bi vî awayê Luther di nava deh salan de bû rêberê yekem ê serhildana Protestanan. Martin Luther tenê nimuneyeke ji dîroka mirovahiyê, ji ber ku fêhmkirin di cih û demê guncaw de guhertin û veguhertin pêkanî ye. Gotina wê ya dibêje; ‘Dibistanên baş dareke ku hemû fikirên baş lê gul vebike ye, dema dar rizî be  hem ol hem jî hemû çengên hunerê wê nikaribin xwe ji reşbîniyê rizgarbikin.’ Bi vê gotinê dixwaze rastiya guherin û veguherinê di civak û sîstemê de rewa bike. Ne tenê gelê Rojavayî, gelek caran gelên li Rojhilata Navîn jiyan dikin jî ji bo ku wek tê xwestin ji demê re bibin bersiv di sîstem û baweriyên xwe de nûkirin dan çêkirin. Ev nûkirin yan jî refomên di hatin sazûman kirin gelek caran di aliyê erênî de, gelek caren di aliyê nerînî de bandoriyên mezin li ser civakê kirine. Lê ger em biçin rastiya reformê di hemû civak û sîsteman de ji bo ku rizîn û xitimandin di civak û sîstemê de werin derbaz kirin tê pêşxistin. Gelek caran ev reform ji aliyê gel, rêxistin û civakê ve nayê erê kirin, ev jî dibe bingiha pirsgirêkên xwe cihî di civak û rêvebirinê de. Ji bo ku baştir were fêm kirin gelek caran di Kurdistan de jî reform hatin pêşxistin. Bi taybetî jî di nava tevgera azadiya Kurdistanê de dema pirsgirêk û xitimîn dihatin jiyan kirin serî li reformê hatiye dayîn. Di rêvebirin û sîstemê de guhertin hatin çêkirin. Ev guhertinên rêxistinê rê li hember hilweşîna rêxistinê girt. Di heman demê de bû bingehek ku rêxistin bikaribe xwe hîn xurtir û berfirehtir bike.  

Yorum Gönder

0 Yorumlar