Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi biryardariyek xûrt berdewam dike. Çalekvanan gotin: “Mîsoger emê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi koma 9’emîn berdewam dike.
Çalakî li Saziya Malbatên şehîdan tê birêvebirin û her 5 rojan carekî ji aliyê koma nû ve tê dewrgirtin. Her şev ji aliyê Meclis, komîte û gelê wargehê ve serdan têne kirin.
Ji aliyê endamên Şaredarî û endamên Komînên Semtan ve, çalakvanên koma 9’emîn hatin serdankirin. Piştî deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ji aliyê Hevşaredarê wargehê Bedran Pîran ve axaftin hate kirin.

Bedran Pîran di destpêka axaftina xwe de serkeftin ji koma 9’emîn a çalakiyê re xwest û got: “Ev nêzî 30 mehane ku tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Ev kiryar bê zagonî ne û em vê tecrîda dijî mirovahiyê bi tûndî şermezar dikin. Em wek gelê Mexmûrê bi ti şêwazê vê tecrîdê qebul nakin û emê timî di çalakiyan de bin. Ev 50 sal in, li dijî her cure komkujî û qirkirinan Rêber Apo li ber xwe dide û rênîşana gelê Kurd e. Em dûbare tecrîdê şermezar dikin û serkeftinê dixwazin. Çiqas êriş li ser Rojava, çiya, Şengal û Mexmûrê hebin jî, emê dest ji çalakiyên xwe bernedin. Emê bi çalakiyên xwe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Piştî wî li ser navê koma 9’emîn jî Ezîz Batmanî axivî û xêrhatina gelê amade kir û wiha axivî: “Em wek koma 9’emîn, çalakiya Mexmûrê didin berdewamkirin û emê heta dawî jî bi armanc û li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşin. Ev demek dirêje, dijmin ji her aliyê ve êrişî Kurd û Kurdistanê dike. Em wan êrişan bi tûndî şermezar dikin, emê timî di nava têkoşînê de bin. Her Kurdê ku bixwaze azad jiyan bike, divê li dijî tecrîda heyî bêdeng nemîne. Ji bo Rêber Apo dengê xwe bilindbikin û serkeftinê mîsoger bikin.”
Herî dawî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ hatin berzkirin.


0 Yorumlar