Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwanên Mexmûrê: Emê tola Tolhildanan li erdê nehêlin

Tevgera Jinên Ciwan Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê, li dijî rêbazên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ên beramberî cenazeyên şehîdan, daxuyaniyek dan û gotin: “Em weke ciwanên Kurd ên şopdarê şehîdan, emê bibin layiqê navê Şehîd Tolhildan û emê tola Tolhildanan li erdê nehêlin.”

Endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) li hember radestkirina cenazeyê Şehîd Tolhildan Tekman (Yilmaz Uzun) ku di sindoqê de, bi daxuyaniyekê sekna we ya li hemberî rêbazên qirêj yên dewleta Tirk a dagirker yên beramberî şehîdên şoreşê diyar kirin.

Daxuyanî wiha ye: 

“Em wek ciwanên Mexmûrê serî de sersaxi ji Rêber Apo, ji malbata hêja û rêhevalên Şehîd Tolhildan re dixwazin. Weki ku tê zanîn, şehîd Tolhildan Tekman di sala 2020’an de li Sêrt’ê şehîd ketibû. Piştî sê salan dewleta Tirk a dagirker bi şêwazekê diji mirovane hestiyên şehîd Tolhildan di qotiyekê de ji malbata wi re tê teslimkirin. Em weke ciwanên Kurd ên şopdarên şehîdan, em dibejin emê bibin layiqê navê şehîd Tolhildan û emê tola Tolhildanan li erdê nehêlin. Weke tê zanîn dewleta Tirk a dagirker û faşist, dixwaze gelê Kurd tûne bike, bi tûnekirinê re ji dixwaze êşên mayîn, di dilê malbatên meyên xwedi şehîd û şervanan bi vê êşê ve çok li wan dayne. Lê belê dewleta faşist jî baş dizane di oxira van şehidan de êş dibe hêrs li himberî dagirkeri û talanê.

Ev ne cara yekeme ku dewleta Tirk bi vî şêwazi li himberî şehîd û malbatên me bê rumetiyek wisa dike. Ji bona vê yekê em weke ciwanên welatparêz ku bavê şehîd ji şehîd re dibeje ‘silavê ciwanan ji te re hene’. Emê li himberî van êrişên faşist bêdeng nemînin û heta dawî şopandina rêya Şehidan ji bo me rumete. Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê Kurd û dostên Kurd, dikin ku li himberî rêbazên qirêj yên dewleta Tirk bi şehîdên xwere bin û em bi hevre li himberi dagirkerî, zilim û hovitiyê seknek şoreşgerî raber bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar