Ticker

10/recent/ticker-posts

Sanandecî: Elî Awnî ji bo MÎT’ê rol dileyîze!

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Sanandecî diyar kir ku Elî Awnî bi destxistina agahiyên derbarê kadroyên PKK’ê, bigihîne artêşa Tirkiye û dezgeha MÎT’ê xwedî roleke mezin e.

Xurbet Tallî

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Sanandecî derbarê rewşa PDK’ê û peyamên dijminane yê serkêşê PDK’î Elî Awnî ya ji bo şehîdkirina rêveberên PKK’ê bi hevpeyvînekê ji rojnameya em re nirxand.

‘Siyaseta PDK’ê kiriye ku gel nerazî be’


Sanandecî destpêkê bal kişand ser krîzên siyasî û aborî yên PDK’ê û ev got: “Piranî xelkê Herêma Başûrê Kurdistanê dizanin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) aboriya herêmê bi xeletî bi rê ve biriye û krîza aborî û siyasî ya herêmê kûrtir kiriye, nemaze ji ber nakokiyên li gel Bexdayê yên li ser dahata petrolê û rêveberiya nebaş a saziyan. Siyaset, desthilatdariya eşîretî û cudahiyên di navbera desthilatdaran de, di warê demokrasiya aborî û rêvebirina xelkê Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî di warê gendeliyê de PDK’ê gelek tevlîhevî di nav gel de çêkir û çêdike.”

‘Referandûm bû sedem ku Kerkûk ji dest biçe’

Sanandecî anî ziman ku biryara PDK’ê ya referandûmê di sala 2017’an de ji aliyê piraniya Kurdan ve hatibû piştgirîkirin û wiha domand: “Ev yek bû sedema nerazîbûnên tûnd a hikûmeta navendî ya Iraqê. Di encamê de cihên girîng ên Başûrê Kurdistanê ji dest da, bi taybetî Kerkûk ku navendên herî girîng û stratejîk ên petrolê ye. Raporên binpêkirina mafên mirovan diyar kirine ku bi taybetî sînordarkirina azadiya çapemeniyê û êrişa ser rojnamevan û çalakvanan ên ji aliyê asayişa PDK’ê ve, herwiha aloziyên navbera PDK’ê û partiyên din ên Kurdistanî wek YNK’ê û Gorranê, bûne sedema aloziyên navxweyî.”

‘Gefên hêzên hevpeyman ên li ser PDK’ê têkilî pir zeîf kirin’

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Sanandecî da xuyakirin ku gefên bê navber ên hêzên hevpeyman ku di serî de Emerîka yên bi PDK’ê re di nava têkiliyê de ne, diyar dikin ku wê alîkariya ji bo Hêzên Pêşmerge qût bikin û hwd. pir vekirî û şênberin, heta ev peywendî nemane yan jî pir zeîf bûne. Ev hemû bûne sedem ku PDK di qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê de pozîsyona xwe ya siyasî li qada hikûmeta navendî ya Iraq û dîsa naveneteweyî de winda bike. Eger ku îro hilibijartinek rast û demokratîk pêk were, bê şik û gûman PDK dengên berê bidest xistî wê winda bike. Nikare bibe partiya yekem a desthilatê li Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê tirsê ye ku PDK her demê hilbijartinê paş dixe.

‘PKK’ê hewl daye li çar parçeyên Kurdistanê mafê Kurdan biparêze’

Sanandecî bal kişand ser siyaset û xebata Partiya Kerkerên Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji destpêka damezrandina xwe ve bi tevgera xwe ya girseyî bandora xwe li ser gelê Kurd zêde kiriye. PKK’ê hewl daye li hemû parçeyên Kurdistanê mafên Kurdan biparêze û li hemû parçeyan bibe dengê gelê Kurd. Li aliyê din PDK ji bo mayîna li ser desthilatê, dixwaze bandora PKK’ê kêm bike. Ew jî dizane li Kurdistana azad ew partiyên bi hevkariya dagirkeriyê hatine ser desthilatê qebûl nake, ji aliyeke din ve derfeta vê yekê nade. Ji bo wê ye ku stratejiya herî girîng a PDK'ê ji bo derbaskirina vê qeyranê û mayîna di qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, xwe bispêre Tirkiyeyê ku yek ji dostê herî esasî yê vê partiyê ye.”

‘PDK ji bo li ser desthilatê bimîne bi Tirkiyeyê re ye’

Sanandecî qala têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiye re kir û got: “Ji destpêka damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tirkiyê heta niha pewendiyên wan hene û berdewam in. Tirkiye ya ku li cîhanê bi nedayîna mafên Kurdan tê naskirin, salên dûr û dirêj e bi PDK’ê re têkiliyên siyasî û aborî daniye. PDK ji bo li ser desthilatdariyê bimîne û li Başûrê Kurdistanê serweriya Kurdan bike, di hemû waran de bi rayedarên Tirk û siyaseta wan a dagirkeriyê re li herêmê hevkarî kiriye û dike.”

‘Ji vê peyamê derdikeve PDK û Tirkiye herêmê kontrol bikin’

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Sanandecî bal kişand ser daxuyaniya Endamê Komîteya Navnedî ya PDK’ê Elî Awnî û wiha domand: “Awnî di warê stratejiya pêşxistina partî, hevkarî û leşkerî de roleke sereke dilîze. Di pêşxistina vê stratejiyê de, bi taybetî li navçeyên sînorî yên Başûr û Bakurê Kurdistanê, bi rêya sîxurên xwe, ji bo bi destxistina agahiyên derbarê kadroyên PKK’ê, bigihîne artêşa Tirkiye û dezgeha MÎT’ê xwedî roleke mezin e. Ji bo vê jî herêmên stratejîk ên Ranya, Derbendîxan, Qeladizê û Bradostê ji bo PDK’ê û bi taybetî jî ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke taybet in. Ji ber vê yekê jî daxwazên Elî Awnî yên êrişa li ser van deveran nîşan dide ku PDK û Tirkiye dixwazin bi her awayî kontrola xwe li van deveran zêde bikin, da ku hevkariya hev weke deriyek vekirî li van deveran bikar bînin û ji bo lawazkirina PKK’ê. PDK’ê di propagandaya xwe ya medyayê de gaveke din avêt û niha bi fermî daxwaz ji artêşa Tirkiyê dike ku êrişî endam û rêveberên asta jor a PKK’ê li herêmê bike.”

‘Divê hemû alî xwedî helwest bin û çareseriyeke nû ji bo pêşeroja Kurdistanê bibînin’

Herî dawî Sanandecî anî ziman ku peywendiyên PDK û Tirkiye yên li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê, wê pêşerojeke tarî ji bo herêma Kurdistanê bîne û ev bang kir: “Ji ber vê yekê divê Kurd, bi taybetî xelkê Başûrê Kurdistanê, çi yên endam yan alîgirên partiyeke Başûrê Kurdistanê ne û çalakvanên siyasî helwesteke rast nîşan bidin û nehêlin dagirker û hevkarên wan zirarê bidin Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê. Pir girîng e ku rayedarên paşerojê yên Başûrê Kurdistanê li ser van aliyên cîran bifikirin û ji bo pêşeroja herêm û Kurdistanê çareseriyeke nû bibînin. Divê hevkariyên saxlem ên dîplomatîk, siyasî û civakî li gel partiyên parçeyên din ên Kurdistanê pêk bînin, ji bo nekevin şaştiya PDK’ê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar