Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê hovîtiya dewleta Tirk ya li hemberî şehîdan şermezar kir

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hovîtiya dewleta Tirk ya li hemberî girtiyan û gerîlayên tekoşîna azadiyê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.


Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hovîtiya dewleta Tirk ya li heberî girtiyan û gerîlayên tekoşîna azadiyê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Çawan lehengên me bi îradeyek xurt serî netewandin û bi qeheremanî tevlî karwanên şehîdan bû, emê jî tu caran gav şûnde ne avêjin, çok ne tewînin û li rexa şervanên azadiyê mil bi milê gerîla berxwedana rûmetê ya li Zap, Avaşîn û Metîna mezin bikin û nirxên xwe yên pîroz bi parêzin.”

Bi amadebûna şêniyên wargehê û çalakvanan ya li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

Em di demek gelek girîng û stratejîk re derbaz dibin. Dijminê dagirkerên Kurdistanê desthilatdariya AKP-MHP’ê, bi şirîkê xwe PDK’ê re li hemberî Rêbertiya me, gerîlayên azadiya Kurdistanê û tevahî gelê Kurd konsepta îmha û tunekirinê daye destpêkirin. Ji 25’ê Adara 2021’an û şûn de bi tu awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin, her ku diçe tecrîda li ser Rêbertî zêdetir dikin, êrişên xwe yên dagirkeriyê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê dijwartir kirine, her roj bi dehan caran çekên kîmyawî li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê bikar tînin û li hemberî gelê Kurd asta herî bilind hovîtiyê dike.

Herî dawî êrişî goristanên şehîdên me hate kirin li zindanên Tirkiyeyê welatparêzê Kurd Şakîr Turan yê 70 salî tevî ku nexweşiya penceşêrê pêre bû, bi ruhê şoreşgerî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heta dawiyê serî netewand, li ber xwe da û şehîd bû. Her wiha hestiyê gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman ku sala 2020’an li Sêrtê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bibû piştî sê sal bi awayê derveyî exlaqê mirovahî û bê qanûnî di qotiyekê de roja 1’ê Îlonê qaşo roja aştiya cîhanê ye radestî malbata wî hat kirin. Ev bi eşkereye ku hovîtiya dewleta faşîst li beranberî gelê Kurde. Em di serî de ji malbatên me yên hêja re sersaxî dixwazin, xema wan parve dikin em weke malbatên şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî vê hovîtiya dewleta dagirker li beramberî zarokên xwe şermezar dikin û em soza tolhildana wan didin. Di demekî wisa de divê destpêkê em weke malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd, kesên demokrat li hemberî hovîtiya faşîzma qirker, mêtînger û kujer her yek ji me bibin şervanên azadî û demokrasiyê. Hesabên gelek qirêj li ser gelê Kurd, tevgera azadiya Kurd û destkeftiyên netewa Kurd û Kurdistanê heye, Ev hesab û pîlanên qirêj bi tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê li ser Rêberê me tê meşandin û êrişên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê û tevahî gelê Kurd tê meşandin bi hev ve girêdayî ye.

Divê em weke malbatên şehîdan di demek wisa girîng de mil bidin milê gerîlayên xwe tola şehîdên Kurdistanê ji xwefiroşan bistînin. Em bikevin di nava çalakiyên bi çalak de, dem dema serhildan û berxwedaniyê ye, êdî çalakiyên me têra pêvajoya heyî nake, dem dema li hemberî wan serî rakirinê ye, dem dema şerê gelê şoreşgerî ye. Em bi zarokên xwe re bi yek ruh û bi yek fikirî pêngava şerê gelê şoreşgerî bilind bikin. Ji ber ku yekane rêya serkeftinê pêngava şerê gelê şoreşgerî ye. Em weke malbatên şehîdan yên di vê oxirê de parçeyek ji canê xwe dayî emê heta dawiyê şopdarê Rêber Apo û li gel keç û xortên xwe cih bigirin. Emê têkoşînê bilind bikin, tola şehîd Şakîr, Tolhildan û tevahî şehîdên Kurdistanê ji dagirkeriyê û xwefiroşên Kurdistanê rakin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar