Ticker

10/recent/ticker-posts

QÛTBÛNA JI XWEZAYÊ, QÛTBÛNA JI CEWHERA XWE YE


Gerdûn bi xwebûna xwe ve hebûna hemû zindiyan di nava xwe de digre û di heman demê de hertim di nava xwe nûkirin û hilberînê de ye. Di nava gerdûnê de hertim rêk û pêkiyek li ser bingehê xwe dana jiyan kirinê li pêşe. Di nava wê de ne serdest heye, ne bindest, ne feqîr heye, ne zengîn, ne kêm heye, ne jî zêde, hertişt di nava ahengekî de ji bo pêwîstiyê tevger dike. Bi mudaxelekirina mirovan ev denge û aheng hatiye xirabkirin, cihê xwe ji felaket û qirîzên bê navber tên jiyankirin re hişt. Bi pêşxistina hêza mirov ya li ser mirov û tevahî zindiyên din re, heta mirov weke zindiyê sereke girtina dest û hertişt ji bo wan hatiye afirandin, mafê wan heye zoriyê lê bike û bike malê xwe, dengeya xwezayê hate talankirin û xirabkirin. Mirov ji xwezaya xwe derket, li dijî hev hertişt kirin û ji dayîka xweza jî qutbûn, bi çanda bajar û dewletên hiyarerşîk re rû bi rû man. Bi pêşxistina hişmendiya serdest ya li beramberî jin-xwezayê, êdî hukmê xwe li ser hertiştî dana meşandin xwe da der. Ev rastî dîtin û bi vê hişmendiyê nêzîkî xwe û xwezaya xwe bibin, wê qalib û şaşitiyên heyî bide derbazkirin. Divê mirov vê di aliyê felsefe, îdeolojî, çandî û hunerî de baş binirxîne ku mirov bikaribe xeteriyên li ser xwezayê bibîne. Bi xwebûna xwe re bûyîna yek wê edalet, azadî û mafê hertiştî yê di nava civak, zindî û ne zindiyên din de were jiyanî kirin. Di vir de ya esas were girtina dest, yekbûna hêz û enerjiya jinê ya bi xwezayê re divê mirov bibîne. Ji ber ku jin di aliyê hest û pêhesên xwe de bi gerdûnê re herî zêde girêdayîne, ew destpêkê bi bişaftin û koledariyê re rû bi rû man û hemû hêz û enerjiya jin-xweza jê hate sitandin û ji xwebûna wê dûrxistin. Li vê parçeya xwe zivirîn, di aliyê hişmendiyek cewherî de xwe dîtin û bi vîna xwe tevger kirinê wê ji hêza serdest rizgar bibe û bikare civakek bi xwezayê re bibe yek bafirîne. Di vir de rola ciwanan jî ku bikaribin civakekî li ser bingehê exlaqî û polîtik yê ekolojîk bidin avakirin heye. Xweza parastin erk û berpirsyartiyek sereke ku dikeve ser milê wane. Hemû çavkaniyên binerd û ser erd yê xwezayê parastin dikeve ser milê wan. Hertiştê ku dengeya xwezayê xirab dike, hem di aliyê hişî, teknolojik û pîşesazî de xwedî hêzekî ya têkoşîn dana meşandinê ne. Hemû berhemên ku dixwazin mirov û xwezayê ji cewherê wan qûtbikin, li dijî wê xwedî mafê parastinekî rewane. Di vî alî de proje pêşxistin, xebat dana meşandin, rastiya wê anîna ziman dikeve ser milê wan. Li beramberî şînatî û lawirên genetîka wan hatî xirabkirin têkoşîn dike û weke alternatîf xebatê xwe bide meşandin, cih avabike û xebat bide meşandin. Di roja me de em ewqas tiştên bê ruh dixwin, em mirov û zindiyên din jî ji ruhê xwe û yê derdor qût bûne. Ji hilberînê em qût bûne, tenê bi tiştên li dikanan têne firotin re sînordar mane. Bi xwarina wan berheman re me jîrtî, hêz û ji dilbûyîna xwe winda kiriye. Ji bo wê em ewqas li beramberî hev bê rêz, bê moral, bê sebir, bi bertek û kîndarin. Ji bo ev xeterî werin dîtin û werin derbazkirin, divê em li wargehê yek ji çengê paradîgmaya me ku esasî em li ser rawestin çengê ekolojîke. Divê em ji civaka xwe û ji kesên nû tevlî civakê dibin re axekî paqij û bi berhem bihêlin. Em çiqas zererê bidin axê, emê ewqas zererê bidin xwe û zindiyên din jî. Her civaka ku bi ekolojiyê re mijûl dibe pergala serdest û kapîtalîst ji wê civakê ditirse, ger em bixwazin xwe ji van êrişan rizgar bikin, divê em li vir xebatên ku civakek xwe bi xwe têra xwe bike bidin avakirin. Her civak yan mirovê ku ji xwezaya xwe dûrketiye û ji hilberînê qût bûye, bûye parçeyek ji mezaxtina zêde û ketiye bin bandora hêzên serdest de.

Her civak yan kesê ku hilberîna xwe dike, hem xwe, ax, av, pêşeroj û tenduristiya xwe diparêze, hem jî ji êrişên tên ser wan xwe diparêze. Ji ber vê di xwezaya xwe de tevger kirin ji hemû pirsgirêkan re çareserî dîtine.

Baran Mawa

Yorum Gönder

0 Yorumlar