Ticker

10/recent/ticker-posts

Êriş û zextên beriya 30 salan, hîna jî li ser Mexmûrê berdewamin

Berê niha 29 salan li kampa penaberan a Etrûşê niştecihên wargehê ji bo şikandina dorpêça dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê, meşekî lidarxistin. Di meşê de hêzên asayişa PDK’ê meşvanan raste rast gulebarankirin û di encamê de piranî jê jin gelek kes birîndar bûn. Her wiha Endama Rêveberiya Jin a Wargehê Zeynep Erdem (Jiyan) şehîd bibû. Di roja îro de jî xelkê Mexmûrê ji êriş û bombebaranan xilas nebûye.

Di sala 1995’an de dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku gundên wan hatibûn şewitandin û di komkujiyê re derbas bibûn, êriş pêk anî. Êrişa dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê, bi navê ‘Operasyona Çelîk’ pêk hat. Operasyona Çelîk ne tenê li dijî gerîlayên Tevgera Azadî ya Kurdistanê, li dijî gelê sivîl yê ji Bakurê Kurdistanê ku koçî Başûr kirine jî birêve çû.

Du kampên penaberên Bakurê Kurdistanê Etrûşa Jêr û Geliyê Qiyametê (Etrûşa Jor) tevî ku dibin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de bûn jî artêşa Tirk bi destê hêzên PDK’ê wargehê dorpêçkirin, 3 meh ambargoya erzaq danîn ser û hatin, derketina derveyî kampan hate qedexekirin. Êriş tenê bi dorpêçê re sînordar nema, kamp her roj hate gulebarankirin û welatî hatin qetilkirin.

Li gorî hinek çavkaniyan di encama êrişên 3 mehan ya dewleta Tirk bi destê hêzên PDK’ê pêkanîn de nêzî 35 welatî hatin qetilkirin. Gelek jê birîndar bûn û çend zarok jî ji birçiya jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên PDK’ê raste rast gule berdan

Ji bo dorpêç bişke rêveberiya kampa Etrûşa Jêr hem ji bo şikandina dorpêçê hem jî ji bo dawî li komkujî û zextên li ser kampa Etrûşa Jor bi dawî bibe, biryara meşekî girseyî didin. Di vê meşê de dixwazin hem NY berpirsyarî û erka xwe ya di ber penaberan de pêk bîne, hem jî komkujî û dorpêça dewleta Tirk a bi destê PDK’ê şermezar bikin.

Li gorî şahidên bûyerê çalakî bi temamî çalakiyeke medenî ku zarokên dibistanan û jin di refên pêş de bûne û bi dirûşman nerazîbûna xwe tînin ziman. Lê meşvan hîn çend metre ji kampê dûr neketine tê gulebaran kirin. Di gulebarana destpêkê de çend jin birîndar dibin. Meşvan li ser vê yekê bihêrs dibin û meşa xwe dewam dikin. Endama Rêveberiya Jin a Kampê Zeynep Erdem (Jiyan) ku pêşenga çalakiyê bû ji aliyê hêzên asayişê ve tê hedef girtin û di encamê de şehîd dibe. Her wiha 7 kes jî birîndar dibin.

Li ser çalakî û nerazîbûnên gel yên kampên penaberan yên nêzî Dihokê, NY hevdîtin li gel rêveberiya wargehê kir û herdu kamp bûn yek. Herdu kamp careke din dibin sêwana NY de xebatên xwe dan meşandin û dorpêça li ser herdu kampan şikandin.

Zeyneb Erdem kî bû?

Şoreşger Zeynep Erdem ango Jiyan di sala 1967’an de li Sêwazê çavên xwe li jiyanê vedike. Li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê di nava qirkirina çandî de zanîngehê dixwîne lê ji ber nakokiyên heqîqeta xwe û civaka xwe, di sala 1988’an de beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Bi dîtina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan heqîqeta jinan û civaka azad hembêz dike. Di salên 1993 û 1994’an de têkoşer Jiyan û gelê Botanê hev nas dikin. Piştî wê tê Başûr û di bihara 1995’an de careke din diçe gel gelê Botanê lê vê carê li wargeha Etrûşê hev dibînin. Li wargeha Etrûşê jinan bi rêxistin dike, girîngiyek taybet dide xebatên jinan û komînên xweser ava dike. Dest bi eleqe û perwerdekirina jinan dike. Di 13’ê Îlonê êrişa PDK’ê de şehîd dibe.

Piştî 30 salan jî êriş berdewamin

Dewleta Tirk a dagirker 30 salin bi hemû şêwaz û rêbazan êrişî xelkê Mexmûrê dike. Xelkê Mexmûr ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûn, hîn jî ji êriş û bombebaranên dewleta Tirk xilas nebûye. Di nava 5 salan de 13 caran wargeha Mexmûr hate bombebaran kirin.

Herî dawî jî di 10’ê Îlonê de carek din wargeh hate bombebaran kirin. Dewleta Tirk bi rêya balafirek bê mirov û bi çek, di saet 17:05’an de malek wargehê bombebaran kir. Mala ku hatî hedef girtin, ya Dayikên Aştiyê bû. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn.

Dema êrişê gelek balkêş bû, ew 12 roj bûn şandeyên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de mal bimal digeriyan. Şandeyên NY û Iraqê duh jî li malan digeriyan, ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê karê xwe dikirin. Lê tevî hebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê jî dewleta Tirk êriş kir. Iraq tevî vê jî bêdenge.

Heta niha di êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de gelek welatiyên wargeha Mexmûrê şehîd û birîndarbûne. Lê tevî hemû êriş û gefan berxwedana şêniyên wargehê, ya dijî zilm, zordarî, hewldanên valekirin, teslîmgirtin û bê îradekirinê dewam dike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar