Dewleta Tirk a dagirker êdî nabêje, ev zarok, jin, kal, cihên niştecihbûnê, gund, bajar û mizgefte, her cihê Kurd lê jiyan dikin dike hedefa xwe. Herî dawî dewleta Tirk di dema nimêja eşayê de mizgeftek wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Bi dehan kes di mizgeftê de bûn û nimêj dikirin û ji komkujiyek mezin filitîn!
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi rojane li Rojavayê Kurdistahê hemû cihên niştecih, xizmetguzariyê dike hedef û komkujiyan pêktîne.
Duh bişev jî dewleta Tirk bi armanca komkujiyek mezin pêkbîne, mizgeftek wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bombebaran kir.
Êriş çawa çêbû?
Dema êrişê gelek balkêş bû, dema êrişê tam di saeta nimêja eşayê de bû. Di dema êrişê de bi dehan kes di mizgeftê de nimêja eşayê dikirin. Dewleta Tirk tam di wê saetê de mizgeftê bombebaran kir. Heger deqeyek kêm an zêde êriş çêbûba, wê komkujiyek mezin pêkhata. Lê ji ber ku dema nimêjê bû û xelk di ketibûn hindirê mizgeftê, komkujiya ku dewleta Tirk dixwest pêknehat.
Armanca hedefgirtina mizgeftê çi bû?
Dewleta Tirk ya ku dijminê hemû ol û baweriyane, dixwest bi vê êrişa dijî mizgeftê, nehêle xelk êdî biçin mizgeftê û li wan cihan kom bibin jî. Dixwest di nava mizgeftê de xelkê qetil bike, da ku tirs bikeve nava wargehê. Di encam de hedef li dijî têkoşîn, berxwedan û baweriya xelkê Mexmûrê bû.
Di encama êrişa dewleta dagirker de, jinek û du zarok birîndar bûn, pencere û deriyên bi dehan mal şikestin û zirar dîtin. Agir bi dara di nîva mizgeftê de ket û şewitî, gelek jin û zarok ji ber dengê bombebaranê bandor bûn.
Bi êrişê re xelkê wargehê berê xwe da ber derê mizgeftê, bi alîkariya tankerên avê yên şaredariya wargehê, xelkê wargehê agir vemirand û li hewara hev çûn.
Li ber derê mizgeftê daxuyaniyek hate dayîn, Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Fîlîz Bûdak û mamosteyê waneya olî Beşîr Gabarî axivî.
Peyam berxwedan bû
Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Fîlîz Bûdak di axaftina xwe de wiha got; “Emê bi rûhê heval Erdal û Rojhat vê têkoşînê bi domînin hûnê nikaribin me têkbibin, wê teqez serkeftin ya me be.”
Herwiha mamosteyê waneya olî Beşîr Gabarî jî balkêşand ser êrişa li ser Wargeha Mexmûrê û êrişên vê dawiyê yên li ser Rojava û tevayî gelê Kurd û wiha got; “Dewleta Tirk ji rewşa mirovbûnê derketiye, bûye dewleta herî qirêj û xwedî ruhê hovane ya cîhanê. Erdoganê faşîst êdî li gel qetilkirina welatiyên sivîl, êdî bi awayek eşkere li ber çavên cîhanê êrişê cihên olî dike. Ev gel bi ola xwe ve, bi têkoşîn û Rêbertiya xwe ve heta dawiyê girêdayî ye.”
Bi hezaran kes heya nîvê şevê li ser piyan bûn
Piştî daxuyaniyê xelkê wargehê berê xwe da ber derê Saziya Malbatên Şehîdan, bi hezaran kes liwir kombûn û ber bi seytereya Hikumeta Iraqê meşiyan. Di meşê de hêrsa dayikan lipêş bû, bi hezaran kes bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘Bimire xiyanet’ qêriyan.
Bi hezaran kesên gihiştin ber derê seytereya Iraqê, ji rayedarên Iraqê xwestin rê li êrişan bigrin. Li ser navê xelkê wargehê şandek bi rayedarên Iraqê re civiyan û nerazîbûn û daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Iraqê kirin. Xelkê wargehê heya derengiya şevê li ser piya bûn.
Êrişên li ser wargehê
– 6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrişê de 5 welatiyên Wargehê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.
-13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.
-Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.
-Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.
-Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.
-Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.
-Di 3’yê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.
-Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.
-Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.
-Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.
-Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.
– Herî dawî duh di saet êvarî di dema nimêja eşayê de balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mizgefta wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn.
0 Yorumlar