Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê bang kirin: Xwedî li Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê derkevin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser wargehê û Rojavayê Kurdistanê bang kirin; “Banga me ji bo hemû gelê Kurd yê welatparêz û demokrat yê li her çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat li hemberî van êrişên dewleta Tirk bisekinin û li wargeha Mexmûrê û Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin.”


Duh bi şev li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di saet 19:05’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker mizgeftek bombebaran kir û encamê jinek û du zarok birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn. Şêniyên ku heya ber seytereya Iraqê dijî êrişê meşiyan, ji ajansa me re axivîn.

‘Em ji tank û topên wî natirsin’

Jina bi navê Fadîle Pîran di destpêka axaftinên xwe êrişê dewleta Tirk ya li ser wargehê bi tundî şermezarkir û wiha hêrsa xwe anî ser ziman: “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze komkujiyan li ser gelan bike. Dewletekî ku dibêje ez misilmanim lê ti navê misilmanbûnê li ser nîne mizgefta me hedef girt. Quranên di mizgeftê de hemû qetandin, zarokên me di mal de hemû ji tirsan ketin. Dewleta Tirk ne karî xwe li ber berxwedana gerîla bigre, êrişî sivîlan dike. Weke ku li Rojava jî cihê ku gel pê debara aboriya xwe dikir, cihên nexweşxane, gaz, benzîn, rê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedef girtin. Ew nikare gelê Kurd tine bikin, em ji dewleta Tirk natirsin û emê heta dawî jî li berxwe bidin. Tiştek nemaye ku dewleta Tirk bi serê gelê Kurd ne aniye. Di paytexta wî de êrişek pêkhatiye, har bûye. Bi êrişên xwe yên çekên kîmyawî digotin me gerîla xilas kiriye, di navenda wî de teqînek çêbûye ji ber wê har bûye û êrişî sivîlan dike. Moralê me xweşe, heza me jî xurte, çi ji me bê xwestin em amadene, em ji tang û topên wî natirsin. Kesekê wek Sadam Kurd ne kuştibûn, bi serket? Hêviya me ewe ku benê Sadam bikeve sitûyê Erdogan jî. Ew çiqasî ji me bikûje kîn, qehir û nefreta me li hemberî wî zêdetir dibe.”

‘Baweriya me ti carî naşikê’

Fadîle Pîran di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Ti dîn bi Erdogan re nîne, zalime. Çi heqê Erdogan ji vî gelî heye ku zarokên ku ji derve de ji xwe re dilehîstin bi tirsînin, me Erdogan hewaleyî xwedê kiriye, bila xwidê heqê me ji wî bistîne. Em di wê baweriyê dene ku emê bi serbikevin. Li ser me kîmya barandin, zarokên me di tûnelan de şewitandin, hestiyê mirovên me di sindoqan de teslîmî malbatên wan hatin kirin, cilên zarokên me yên şewitîbûn teslîmî me kirin gotin ji bo baweriya wan bişikê. Ew çi bikin bila bikin baweriya me ti carî naşkê, berovajî em hîn zêdetir bi hêrs dibin, kîn û nefreta me hîn zêdtir dibe. Banga me ji bo hemû gelê Kurd ewe ku rabin li ser piyan, bi taybet yê Bakûr û meterpolan ma heta kengê emê ji vî dijminê hov re bêdeng bimînin.. Li kuderê be me dikujin, kuştin ji me re heq kiriye.”

‘Yên ku çavên xwe ji van êrişan re digirin jî hevkarên wanin’

Her wiha welatiyê bi navê Sedîq Heştanî jî hêrsa xwe ya li himberî êrişa ku duh li wargehê pêkhatî wiha anî ziman: “Ev êrişa ku li ser wargehê pêkhatî em bi tûndî şermezar dikin. Divê êrişê de ti windahiyên me yên canî ne bû, tişta ku dijmin dixwet bi dest bixe, bi dest nexist. Ev êrişa ku li wargehê hatî kirin bi êrişên li Rojava û çiyayên azad tên kirin ve girêdayî ye. Em niha dibin sêwana Iraqê de ne, yên ku çavên xwe ji van êrişan re digirin jî hevkarên wanin. Banga me ji bo hemû gelê Kurd yê welatparêz û demokrat yê li her çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat li hemberî van êrişên dewleta Tirk bisekinin û li wargeha Mexmûrê û Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar