Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê êrişa ku duh ya li dijî mizgefa wargehê axivîn û gotin; “Em bang li hemû dewletên dinyayê dikin ku van êrişan li ser me bidin sekinandin, zarokên me fetisîn ji tirsan. Ti mafê kesê nîne ku wisa li Kurdan bike, Kurd jî daxwaza mafê xwe dikin.”
Duh bi şev li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di demjimêr 19:05’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker mizgeftek bombebaran kir û encamê jinek û du zarok birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn û ziyanek mezin gihişt xaniyên wlatiyan. Derbarê êrişê de welatiyên wargeha Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.
‘Êriş dijî Mizgefê bû’
Hemwelatiya bi navê Zozan Guler têkildarî êrişa ku duh li wargehê çêbûyî axivî û got: “Duh êrvarî demjimêr derodora 19:05’an de êrişek li wargehê li himberî Mizgefta semta 2 çêbû. Em jî nêzî Mizgeftê ne, wê demê ez û sê xwişkên xwe di vê odeyê de bûn, jixwe rewsa odeyê jî diyare, zêdeyî pazdeh xaniyên derodorê me jî di vê rewşê de ne. Di serî de ya girîng ji bo me ewe ku dijmin negihişt armanca xwe, ti windahiyên canî çênebûn, lê jinek û du zarok bi sivikî birîndar bûn. Erdogan xwe weke mirovekî misilman dide nîşankirin û her tim Quranê radike û nîşanî cîhanê dike, lê îro li himberî Mizgefê êriş pêkanî, emê çawa bawerî bi mirovekî wisa bînin. Bila cîhan jî êdî çavên xwe li himberî vê rewşê veke.”
Zozan Guler di nava axaftinên xwe de anî ziman ku hikumeta Iraqê dikare rêya hewayî li dewleta Tirk bigre û ev tişt gotin: “Eger dewleta Iraqê ne şirîkê wan bûya, îro nedikarîn êrişekî wisa pêkbînin. Banga min ji bo hikumeta Iraqê û tevahî cîhanê bila çavên xwe li van bûyeran negirin.”
‘Hemû ciwan bibin xwedî helwest’
Her wiha yek ji kesên ku di êrişê de ciwanê ku di wê dema lêdanê de ji êrişê bandor bûyî ciwanê bi navê Egîd Kanit e. Egîd Kanit derbarê dema êrişê de axivî û got: “Ez di wê demê de li gel hevalên xwe bûm, me ji xwe re dileyîst, piştî ku êriş pêk hat em çûn cihê bûyerê. Li wê derê ji ber bêhna wê ez ketim erdê û ez rakirim nexweşxanê. Em vê êrişê şermezar dikin, banga min ji bo hemû ciwanan ewe ku li himberî van êrişan bibin xwedî helwest.”
‘Em tenê mafê xwe dixwazin’
Hemwelatiya bi navê Rêzbar Çelî jî li ser êrişan duh bi şev pêkhatî axivî û anî ziman ku êriş di dema nimêja eşayê de pêk hat û wiha got: “Dema ku êriş pêk hatî em di mal de bûn, me ne zanî ji kûderê ve hat û li kûderê da. Ji ber şikestina camên pencereyan û deriyan em di nava tozê de man. Ti heqê kesekê, ne yê hikumeta Iraqê û ne jî yê hikkumeta herêma Kurdistanê li me nînin ku vê yekê bi serê me tîne. Em hikumeta herêma Kurdistanê şermezar dikin, ji Geliyê Qiyametê bigire heta Nînova êrişî me dikin. Em bang li hemû dewletên dinyayê dikin ku van êrişane li ser me bisekinîni, zarokên me fetisîn ji tirsan. Ti heqê kesekê nîne ku wisa li Kurdan bike, Kurd jî daxwaza mafê xwe dikin. Em jî dixwazin wekî mirovên cîhanê jiyan bikin. Heta dawiyê jî emê li ber xwe bidin û emê li pey doza xwe bin, Erdogan çidike bila bike. Em Mala Barzanî û kesên ku alîkariyê dide wî şermezar dikin. Em tenê mafê xwe dixwazin, me wek dewleta Tirkan ti zilm kesekê nekiriye. Dewleta Tirk ji Bakur bigre hata Başûr bost bi bost dagirkiriye.”
0 Yorumlar