Ticker

10/recent/ticker-posts

Melayên Mexmûrê êrişa li dijî mizgeftê şermezar kirin

Melayên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk ya duh şev a li dijî mezgefta semta 2 şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest.

Melayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li dijî mizgeftê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Mele Elî Sipêrtî ve li ber deriyê mizgefta hatî bombebaran kirin hat dayîn.

Mele Elî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êriş, zilm û bê mafiya dewleta Tirk li ser gelê Kurd dide pêkanîn û wiha got: “Em bang li tevahî gelên bawermend yên Mesihî, Musilman û Yahudî dikin ku êdî çavê xwe ji zilm û sitemkariya dewleta Tirk re vekin. Ev pêkanînên dewleta Tirk ji zilmê derbaz kiriye ya ku dewleta Tirk îro bi serê me tîne kofre. Em bang li rêveber û berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku bên bi çavê xwe bibinîn ka çawan dagirker mizgefta me kirine armanc. Ev ne şaştiye ne jî xeletiye, herkes cihê mizgeftê di nava wargehê de dizane. Di demê bangê işayê de di gotina mela ya dawî de mûşekê li mizgeftê dide. Ev yek bi fermana Erdogan hatiye pêkanîn. Pêximberê xwedê dibêj ‘Kesên Musilman ew kesin yên ku kes ji dest û devê wan ziyanê nabîne.’ Yên ku her wargeh û Rojavayên Kurdistanên dide ber bombebaranan ne Musilman in. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku li hember van êrişan rabin ser xwe.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar