Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi hezaran şêniyên Mexmûrê dijî êrişê meşiyan: Rayedarê Iraqê daxuyanî da!

Duh bi şev piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya ser Mexmûrê, şêniyên Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî bi awayekî girseyî heta seytereya ketina wargehê meşiyan. Xelkê wargehê ji aliyê hêzên Iraqê li seytereyê hatin rawestandin, li ser vê şandeyek ji wargehê li gel rayedarên hêzên Iraqê civiyan. Piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê ji gel re daxuyaniyek da, êrişa dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Ev êrişa ku çêbûyî li ser sivîl, jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li dîn tê kirin, êrişî ser Mizgeftan tê kirin, ev hemû li dijî dînê Îslametiyê ye.”

Duh bi şev li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di demjimêr 19:05’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker mizgeftek bombebaran kir û encamê jinek û du zarok birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn. Ji bo şermezarkirina êrişê xelkê wargehê piştî êrişê dest bi meşekî girseyî kirin.

Şêniyên wargehê ji heft salî heta heftê salî ji cihê bûyerê berê xwe dan ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan, li wir bi awayekî girseyî dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bimre îxanet’ hatin berzkirin. Meş heta seytereya hêzên Iraqê ya ketina wargehê dewam kir. Li wir leşkerên Iraqê rê girtibûn. Piştî ku nehiştin gelê wargehê seytereyê derbaz bikin, şandeyek ji xelkê wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin, piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê bi xwe li cihê gel rawestayî ji gel re axivî.

Alîkarê Berpirsê Firqa 14’an Sadûn Muheysîn El Xefecî di axafinên xwe de diyar kir ku ew ji ber vê êrişê gelek xemgînin û wiha got: “Ev êrişa ku çêbûyî em şermezar dikin. Ev êrişa ku hatiye kirin ji ber ku li ser sivîla ye, li ser jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li dîn tê kirin, êrişî ser Mizgeftan tê kirin. Li gorî ku me li wêneyan temaşekirîn, dema li Mizgeftê ketî Quran hatiye şewitandin û tiştên wê hatiye xirab kirin ev hemû jî li dijî dînê Îslametiyê ye. Ez jî waqaîdê firqê me, me dengê we gihandiye yên ji me bilindtir û bi yên Bexdayê re axivîne. Niha dema ez dihatim di rê de telefonek ji Bexdayê hat ji min re, got ku bûyera ku li wargehê çêbûyî gihiştiye me. Wê sibe şandeyek  ji Rêveberiya Bexdayê serdana wargehê bike. Ev êrişên ku li wargehê çêbûyî ne miroviye û em weke hikumeta Iraqê vê yekê şermezar dikin. Hêviya me ji we heye ku hûn aranbin, em nahêlin tiştek bi we were. Emê hemû daxwazên we ji wezîrê Bexdayê re bişînin. Ev noktayên me yên ku li derdora wargehê hemû jî ji bo parastina wargehê ye û em nahêlin ti zirar bigihije wargehê.”

Pitî axaftina rayedarê Iraqê, meş bi dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyane’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre îxaneta’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar