Ticker

10/recent/ticker-posts

Êrişa li ser Mexmûrê: ‘Heta hestiyên me jî bihelin wê nekarin berxwedana me rawestînin

Di encama balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker ku di demjimêr 19:10’an de li mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kiribû sê kes birîndar bûne.


Têkildarî bûyerê li cihê bûyerê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Fîlîz Bûdak û mamosteyê olî Beşîr Gabarî axivî.

Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Fîlîz Bûdak di axaftina xwe de wiha got; “Emê bi rûhê heval Erdal û Rojhat vê têkoşînê bi domînin hûnê nikaribib me têkbibin wê teqez serkeftin ya me be. Ger rehetî ji me re nebe, wê ji wan re jî nebe, ji bo rezîl bûn û bêçaretiya xwe ya li Enqereyê veşêre bê perwar êrişî gelê Kurd dike ev sê rojin li rojava didin. Îro jî li wargehê dan. Erdoganê ku xwe weke xelîfeyê Îslamê pênase kiriye îro êrîşî cihê îbadetê olî mizgeftê dike. Em vê komployê şermezar dikin wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û serkeftin wê ya gelê Kurd be.”

Herwiha mamosteyê olî Beşîr Gabarî jî balkêşand ser êrişa li ser Wargeha Mexmûrê û êrişên vê dawiyê yên li ser Rojava û tevayî gelê Kurd û wiha got; “Dewleta Tirk ji rewşa mirovbûnê derketiye, li bûye dewleta herî qirêj û xwedî ruhê hovane ya cîhanê. Ji ber ku êdî di hemû waran de êrişî mirovahiyê dike. Li kû derê başiyek hebe, dewleta Tirk ya faşîst êrişî wê derê dike. Gelê Kurd û hemû tiştên aramiya civakê, gelan û mirovahiyê pêk tînin di hedefa dewleta Tirk de ne. Erdoganê faşîst êdî li gel qetilkirina welatiyên sivîl, êdî bi awayek eşkere li ber çavên cîhanê êrişê cihên olî dike. Êrişî mizgeftên ku cihê îbadeta bawermendên ola îslamê ye ji aliyê dewleta Tirk ya faşîşt ve tê bombebaran kirin. Ev gele bi ola xwe ve, bi têkoşîn û Rêbertiya xwe ve heta dawiyê girêdayî ye. Heta ku hestiyên me jî bihelin emê li ber xwe bidin. Kes nikare ne tekoşîna me ne jî berxwedana me rawestîne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar