Hêzên desthilatdar, dagirker, metinger ji bo dagirkeriya xwe li ser welatekî, civakekî bidin rûniştkandin hemû rêbazên qirêj bikar tînin. Ji qirkirina fîzîkî bigre heta qirkirina çandî bi her awayî dimeşînin. Ji bo wê jî, herî zêde hêzên nava civakê yên nêzî xwe, taybet yên xiyanetkar, dîsa yên ku desthilatdariyê dihewînin ji bo xwe bi kartînin. Li ser van hêzên xiyanetkar encaman bi dest dixin. Tê wê astê ku ew hêzên hevkar, xiyanetkar ji dagirkeran zêdetir dagirkerî dimeşînin. Ji bo meşruyeta xwe avabikin, li dijî tevgerên demokratîk û azadîxwaz, li hember nirxên gel her tim êrişên berfireh dimeşînin. Ji ber ku ew jî dizanin, heta ku hêzên berxwedêr hebin, hêzên dagirker tu car bi ser nakevin.
Ev rewş di roja me ya îro de herî zêde li Kurdistanê
tê jiyan kirin. Kurdistan bi her awayî, di her milî de ji bo Rojhilata Navîn
cihekî stratejîk e. Ji ber wê jî Kurdistan her tim bûye hedefa desthilatdaran.
Di roja me ya îro de jî ev rewş gihiştiye asta herî dijwar.
Li hember dagirkeriyê di pêşengtiya Rêber Apo de
berxwedaniyekî bê hempa tê meşandin. Ev berxwedanî di nava xwe de pir nirxên
azadî û qehremaniyê avakiriye. Berxwedaniya ku tê meşandin hem rûyê metingeriyê
hem jî rûyê xiyanetê tehşir kiriye. Ger mirov vê berxwedanê rast bixwîne, bibîne
û li ser bifikire wê demê wê rewşa PDK’ê jî rast were fêhmkirin. Pêwîst nake
mirov dîroka PDK’ê lêkolîn bike. Sekna PDK’ê ya îro her tişt şêmber derdixe
holê. PDK hema hema bi hemû dijminên gelê Kurd re hevkarî kiriye.
Sedema yekem ku îro neyarên Gelê Kurd û yên ku
dixwazin Kurdistanê talan bikin bi şeref, namûs û nirxên gelê Kurd dileyîzin,
hevkariya PDK’ye. Dîsa eger îro partiyên nîjadperest û kontra wek MHP dikarin
bi hêsanî li ser Musul û Kerkûkê hesabên qirej bimeşînin, cesareta xwe ji
dostaniya bi PDK’ê re digre. Anha jî di Kerkûk û Başûrê Kurdistanê de hêzekî nîjadperest
ango kontra hatiye avakirin. Bi sedan welatparêz û şoreşgerên Kurd bi destê van
hêzan hatin qetil kirin. Kengê dewleta Tirk bi tekoşîna tevgera azadiyê
darbeyên giran xwar, wê demê PDK ji dijmin re dibe moral û cesaret dide. Bê hevkariya
PDK’ê tu hêz nikare li Kurdistanê dagirkeriyê bimeşîne. Nîjadperestiya ku PDK
ji bo TC dike, ji nîjadperestiya MHP a ku li Tirkiyê dimeşîne xirabtire. Kurt û
cewherî, PDK nîjadperestê dagirkerên Kurdistanê ye.

0 Yorumlar