Ticker

10/recent/ticker-posts

JIYANEK TEJÎ QEHIR

 

Dayîka Wesîla Sanri yek ji wan jinên ku bi zorê û hêj zarok hatî zewicandin, zilm û zoriya dewlet û PDK’ê dîtî, dibêje: “Di 13 saliya xwe de zewicîm û bûm pêgûhûrka birayê xwe. Dewleta Tirk nebesbû, li Başûr jî zilma PDK’ê û Iraqê li ser me kêm nedibû. Min ti jiyanek xweş nedît û jiyan nekir.”

Armanc Herekol

Ti cûre êş, zilm û bê mafî ku ji aliyê malbat, mêr û dewletê ve li ser jinan nehatî kirin nemane. Di her malê de çîrokek bi êş ya jinan heye. Cih û warên wan çîrokan cûdabin jî, aramnc û êşên ku hatî kişandin yekin. Mirov deriyê kîjan malê vedike û çîroka kîjan dayîkê guhdar dike, piraniya wan bi zorê û ji ber dostaniya bavê wan a bi hindek zilamên wek wan re, bûne qûrbanî. Bi gelemperî hîn di temenê zaroktî de ji bo birayê xwe yan jî bi bo bavê xwe bûne pêgûhûrk.

Yek ji wan dayîkên ku dilê wê tejî kûl û êş, Dayîka Wesîla Sanri ye. Dayîka Wesîla ji gundê Biliga a ser bi bajarê qedîm ê Şirnexê ye. Çar xûşk û çar birayên wê hene û niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike. Dayîka Wesîla ku hîn di temenê xwe yê 13 salî de hatî zewicandin ji rojnama me re behsa jiyana xwe ya tejî êş û xemginî dike.

Zaroktî jiyan nekir

Dayîka Wesîla di destpêka axaftinên xwe de behsa jiyana xwe ya zarokatî dike û dibêje: “Ez hêj zarokbûm zewicîm. Dema ku ez zarok, em bi hevalên xwe yên keç re diçûn me dartevnî dikir. Me werîs ji mal dibir, bi darekî ve dikir û wisa me ji xwe re dileyîst. Sersala me Kurdan Adar e, ji bo wê em di heyva Adarê de diçûn Adarokê ango seyrana me bû. Ya rastî min ti zaroktiyek zêde jiyan nekir. Ji ber ku ez di 13 saliya xwe de zewicîm.”

Derfetên xwendinê nebû

Dayîka Wesîla anî ziman ku di salên 80’î de dibistan li gund vebûn û wiha qala wan kêliyan dike: “Min nexwediye û heta niha jî ez xwendinê nizanim. Di malbata min de kesî nexwendiye, ji ber ku derfetên xwendinê nebûn. Debara mala me li ser çandinî, xwedîkirina pez û firotina fêkiyan bû. Wê demê ti erebe nebûn, me bi ga û hêstiran karê xwe dikirin. Jiyanek rezaletî bû, lê bê qehir bû. Wê demê di gund de taziyek hebûya bi hefteyan kesî ne cilên xwe û ne jî serê xwe dişûşt. Kes nediçû kar jî. Lê niha mixabin ne wisa ye, aliyek şîne û aliyek jî şahî ye. Jiyana gund komînal bû, hemûyan bi hev re alîkarî dikir û wisa jiyana xwe berdewam dikirin.”

Piştî dawetê hevjînê xwe dît

Dayîka Wesîla jî yek ji wan jinên ku ji bo birayên xwe hatine qûrbankirin bû û ew jî hîn di temenê xwe yê zaroktî de dibe pêgûhûrka birayê xwe û bi hestiyarî besha wê demê dike: “Dema ku ez zewicîm, birayê min mezin bû. Bavê min û bavê hevjînê min hevdû nasdikirin û bi wê nasînê ez kirim pêgûhûrk ji bo birayê min. Min ti caran hevjînê xwe nedîtibû û min nas jî nedikir. Pêgûhûrka birayê min jî hevjînê xwe nedîtibû. Dîsa jî me jiyankir, lê bi nexweşî me borand. Çiqas zilm û zorî hebûya jî malbatan nedihişt hevdû berdan çêbibe. Wê demê bi hesp û mehînan xêlîvanên min hatin li pey min. Ez birim, em çûn gundê hevjînê min û du rojan dawet kirin. Dawet xilas jî bû, min zava nedît û min nasnedikir. Piştî dawetê sê rojan, min nu hevjînê xwe naskiriye. Heta wê demê pîremêrek jî bûya an jî ciwanek bûya gotiban eve zava min nedikarî tiştek bêjim.”

Berbi zilma PDK’ê ve penaberî

Herî dawî dayîka Wesîla bal dikêşe li ser hevjînê xwe û tîne ser ziman ku wê demê hevjînê wê jî ew nasnedikir û wiha pêde çû: “Hevjînê min ji min re digot, wê demê ez giriyam min got ez nazewicim min jin nevê. Me herduyan jî tiştek ji zewacê fêhm nedikir. Piştî zewacê 5 salan nû zarokên min çêbûn. Min niha 3 kur û 5 keç hene. Jiyana me jî li ser xwedîkirina pez û çandiniyê derbaz bû. Di salên 90’î de me gelek zilma dewletê dît û ji bo ku em nebin cerdevan em neçar man berê xwe bidin penaberiyê. Di penaberiyê de jî ti zehmetî neman me jiyan nekirî. Dewleta Tirk nebesbû, li Başûr zilma PDK’ê û Iraqê li ser me kêm nedibû. Jiyanek têr û tejî zehmetî me jiyankir.”

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar