Ticker

10/recent/ticker-posts

LI DIJÎ XIYANETÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKE!

 


Çawa ku her giya li ser koka xwe şîn dibe, her civak jî li ser koka xwe şîn dibe. Civak tenê dikare li ser koka xwe civakbûna xwe mezin bike û derfeta jiyankirinê ji xwe re bi afirîne. Di encama keda ku bide, dikare jiyana xwe di pêş de bibe. Bi vî awayî jiyan dikare biherike û ber bi pêşerojê ve bi meşe. Ev herikîn dibe dîroka civakê. Ji ber ku dîrok ji nirxên civakî pêk tên. Nabe ku ti civak bê zanebûna dîroka xw bimîne ango bê hiştin. Civakên ku bê zanebûna dîroka xwe bimînin, ew civakên ku mehkumî tinekirinê tên hiştin in. Ji vê û şûnde, çi tişta li ser navê jiyanê bê pêşkêşkirin, ji derveyî mirinê wateyek din nîne. Rêber Apo dibêje; pirsgirêk ne jiyîn an jî ne jiyîn e, ya girîng divê mirov zanibe rast bijî, her çiqas em nikaribin rast bijîn jî, ya girîngtir ewe ku em ji gera li wê negerin, rêwiyên rêya wê bin. Li vir, divê em ji xwe pirs bikin bê ka em dijîn an najîn ango em dizanin rast bijîn û pirsa herî girîngtir em ji xwe bikin, em li pey jiyana rast in, rêwiyên rêya wêne yan na? Emê wê demê bi xwe bihesin ka em ciwanin an na. Ciwan ango ciwantî, bi temenekî diyar ve nikare bê îfadekirin. Ciwantî lêgerîne, pey lêgerîna xwe dikeve dibîne û di encam dîtinê de her tim avaker e. Ji bo em bikaribin jiyana rast avabikin, divê çi tiştên ne rast hebin em ji holê rakin. Ev hem rol û mîsyona ciwantiye, hemjî demê erk û perpirsyartiyê ye. Ji ber ku ciwan xwedî wê hêz û enerjiyê ye ku li hemberî ya nerast tê ferz kirin, serî rake û qebûl neke. Ev rastî taybetmendiyekî bingehîn dide nasnameya ciwantî, ew jî tekoşînvaniye. Yanî ciwantî, xwedî ruhekî ku her tim di nav şer de ye. Ev ruh ti carî ji holê nikare were rakirin. Bi taybet, di civaka Kurd de ciwanên ku bi felsefeya Apoyî xwe nasdikin ne gengaze ku çavê xwe ji jiyana sexte û derfetên wê re bigrin û qebûl bikin. Mînakên vê rastî û heqîqetê bi hezaran hene. Mane ev rastî bûye sedem ku bi hezaran jin û xortên ciwan, bi çiyayên Kurdistanê ketine û bûne rêwî û lêgerînvanên jiyana azad. Eger ne ev bûya, ma wê li Zap, Avaşîn û Metînayê destana Mam Reşo, Werxelê, Girê Sor û Girê FM hatiba nivîsandin? Ma wê bûbana îsbata ku ti carî xiyanet nikare di Kurdistanê de serbikeve?

Em hemû îro bi çavên xwe dibînin ku li aliyekî şer û berxwedana rûmetê di kesayeta gerîlayên HPG û YAJ-STAR de di asta herî jor de tê jiyan kirin. Li aliyekî din jî Mala Barzanî li gel dijminê Kurdan, dewleta dagirker ya Tirk re cih digrin û hevkariya tinekirina Kurdan dikin. Ev çi tirajediya Kurdane ku di sedsala 21’an de tê jiyan kirin? Mixabin Kurd ji ber vê xiyanetê her tim nekarîne bibin xwediyê welatê xwe. Lê îro ji dîrokê cûdatir, ne tenê nikare bibe xwediyê welatê xwe, hemû tiştên di welatê xwe de difroşe û bê ku şerim bike. Ev dibe dîroka Mala Barzanî. Raste di dîroka Kurdan de her tim berxwedan û xiyanet bi hev re hatiye jiyankirin. Lê ev dem ne ew dema berê ye ku dîsa bikare ev her dû xetan bi hevre werin jiyankirin. Ev ne qedera Kurdan e! Ger ev qedera Kurdan jî be, guhertina vê qederê di destê me de ye. Ji ber ku em wekî ciwanên Kurd ji hemû deman zêdetir, xwedî wan derfetanin ku li dijî xiyanetê helwesta xwe zelal bikin. Ji ber ku îro her der bûye qada şer û tekoşîna rûmetê. Erka her ciwanekî Kurde ku li dijî xiyaneta Mala Barzanî û dagirkeriyê bibe xwedî helwest.

Yorum Gönder

0 Yorumlar