Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîdê Ked û Demokrasiyê Mihemed Sedîq Yaman hat bîranîn û di bîranînê de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hat dayîn. Malbatê ragihand ku ewê şopdarê rêya şehîdan bin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîdê Ked û Demokrasiyê, Mihemed Sedîq Yaman ku di 15’ê Tîrmehê de di encama nexweşiyekî de şehîd bibû, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi başdarbûna dehan şêniyên wargehê, bi merasîmekê hate bi bîr anîn. Merasîma biranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd hat xwedin û piştî wî rêhevalê Şehîd Mihemed Sedîq, Ehmed Şehbaz axivî û di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji Rêber Apo û tevahî gelê welatparêz re xwest û got: “Rêhevalê me Mihemed ji bo azadiya Kurdistanê, heta roja dawî têkoşîn da meşandin. Timî ji bo doza azadiya Kurdistanê xebat da meşandin. Dan û standinên Şehîd Sedîq a bi mirovan re pir başbûn û kesayetek çêker bû. Hertim mil bi milê hevalên xwe kar dikir. Şehîd Mihemed Sedîq timî di dilê me de ye û wê ti caran keda wî neyê ji bîr kirin. Emê xeyalên şehîdên xwe pêkbînin. Rêber Apo û tevahî cangoriyên azadiyê rênîşanên me ne.”
Pişt re li ser navê malbata Şehîd Mihemed Sedîq, kûrê wî Tahir Yaman axivî û xêrhatina gelê amadekir û wiha peyivî: “Bavê min heta şahadeta xwe jî, ji bo civakê xebat dida meşandin. Ti caran xwe ji kar nedida paş û timî xebat dikir. Em ji şahadeta bavê xwe serbilindin. Bavê min kar û xebat ji bo welat, Serok û şehîdan kir. Emê wek malbat şopdarê rêya bavê xwe bin. Bila serê Rêber Apo û tevahî gelê me saxbe.”
Piştî axiftinan merasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
0 Yorumlar