Ticker

10/recent/ticker-posts

Keda pîroz ya 28 salên penaberiyê

 Behlûl Avyanî ku ev 28 salin di penabertiyê de sazûmaniya sîstema avê çêdike, têkildarî zorî û zehmetiyên destpêkê yên di karê xwe de jiyankirî kirine, dibêje “di Wargeha Mexmûrê de tu mal nîne ku min xizmeta wan nekiriye.”

Jiyan Pîran

Behlûl Avyanî yê ku 60 saliye,  di sala 1994’an de talan û wêrankirina dewleta Tirk ya li ser gundê xwe napejirîne û bi xizmên xwe re berê xwe didin rêwîtiya penabertiyê.  Piştî rêwîtiyek dirêj ya penabertiyê li Wargeha Mexmûrê bicih dibe. Wek her penaberekê yê Wargeha Mexmûrê hem wek malbat, hem jî wek kes tişta dikeve ser milê wî bê dudilî pêk tîne. Ji bo wê jî salên dirêj yên jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe vediqetîne. Behlûl Avyanî ku ev 28 salin bênavber di Şardariya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de karê sazûmaniya sîstema avê dike, têkildarî kar û xebatê xwe ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

‘Pêwîstiya bingehîn av bû’

Avyanî  diyar kir ku di sala 1995’an de li Etrûşê li ser daxwaza komîteya şaradariya wê demê dest bi karê sazûmankirina sîstema ava wargehê dike û wiha dibêje: “Li ser biryara komîteya şardariyê ya wargeha Etrûşê min û çend kesên din yên wargehê dest bi xebatên sazûmankirina ava wargehê kirin. Di pêvajoya destpêka penabertiyê de me gelek zorî di aliyê avê de kişandin. Her ferdek yê wargehê di aliyê xwe de fedekarî dikir û di aliyê xwe de karê diket ser milê wan bê dudilî dikirin. Me ev kare ne ji bo berjewendiyên kesî dikir. Me gelek wargeh guhertin, her wargeha ku em lê bicih dibûn me destpêkê amadekariyê xwe yên avê dikirin ku emê çawan bikaribin ava gel dabîn bikin, ji ber ku pêwîstiya bingehîn av bû.”

‘Me bi bêderfetî û keda destê xwe ev zehmetî derbaz kirin’

Herwiha Avyanî di dawama gotinê xwe de destnîşan kir ku hemû sazûmaniya sîstema ava wargehê û ya navçeya Mexmûrê bi destê xwe çêkiriye û wiha pêde çû; “Destpêkê dewleta Iraqê ji bo wargehê xetek ya avê ya 4 înc anî. Di wê germahiya heyî de gengaz bû ku ev av bikaribe pêwîstiyên gelê wargehê pêşwazî bike. Me bi bêderfetî û keda destê xwe ev zehmetî derbaz kirin. Wê demê bi hevkariya xêrxwazekê me karî em pirsgirêka ava wargehê çareser bikin. Li kêleka wê jî gelê wargehê di nava wargehê de dest bi kolandina bîran kirin. Di wê demê de 350 bîrên avê bi destan hatin kolandin. Di wan bîran de di kûrahiya 17-18 metreyan de av derdiket. Bi vê yekê re gelê wargehê baxçe çêkirin û wargeh gihandin astek wisa ku îro ji gelek gund û navçeyên herêmê di aliyê berhemên xwe de dewlementire. Karê min yê sabît sazûmankirina bingehê xetên avê yên sereke bûn. Bost bi bost, santîm bi santîm hemû xetên avê yên wargehê û navçeya Mexmûrê min bi destê xwe çêkiriye. Ez karê xwe bi dilxwazî û keyfxweşiyek mezin dikim. Ji ber ku xizmeta gelê xwe kirin, ji bo min serbilindî ye.”

Herwiha Avyanî di dawiya gotinên xwe de balkişand li ser keda xwe ya 28 salan ya di pêvajoya penabertiyê de û wiha got; “Tu malek ya vê wargehê nemaye ku min jêre xizmet nekiriye.”

Avyanî di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina berxwedan û yekîtiya netewî li gelê Kurd kir û got; “Ji ber ku ya ji gelê Kurd re herî pêwîst, têkoşîn, berxwedan û çêkirina yekîtiyê ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar