Ticker

10/recent/ticker-posts

PDK DIXWAZE IRAQÊ LI DIJÎ KURDAN RAKE


Wek tê zanîn di nîv çaryeka dawî ya sedsala 20’an de hem sosyalîzma pêkhatî hem jî modernîteya kapîtalîst hilweşiya. Di destpêka vê sedsalê de bi serkêşiya Emerîkayê, li hember rejîma Seddam Hisên şerek hat destpêkirin. Helbet beriya wê jî li ser Rojhilata Navîn destwerdana modernîteya kapîtalîst hebû. Lê piştî rûxandina sosyalîzma pêkhatî êdî tu astengî li pêşiya pergala kapîtalîst nemabûn. Ji bo ku êrişên xwe yên li ser dewleta Iraqê rewa û mafdar bidin diyar kirin di serî de Emerîka û hemû hêzên di bin sîwana NATO de, karanîna Iraqê çekên kîmyevî wek sedemek dan destnîşakirin. Lê piştî demekê diyar bû ku yên çekên kîmyevî didan Seddam Hisên û piştevaniya wî dikirin hêzên kapîtalîst ên Rojavayî Emerîka û Îngilîstan bûn. Ji ber şerek mezin a taybet yê derûnî dihat rêvebirin, derveyî rêveberiya Qedafî ti dewletên din ên Ereb nekarîn bertek nîşanî wî şerî bidin. Lê ya balkêş çibû? Li gel ku hêzên kapîtalîst dikarin rejîma Seddam têk bibin, lê dawî li rejîmê ne anîn. Hîna li ser dawî anîna şer pir dem derbas nebibû, sedemên wê jî derketin holê. Yek jî wan sedeman jî ew bû ku eger dawî li rejîma Seddam anîbûya, dibe ku Îran an jî PKK’ê ji wê valatiyê sûd werbigirtiba. Ji ber hîna li ser şerê çekdarî ya ji aliyê PKK’ê ve hatî destpêkirin 6 sal jî derbas nebibû, di serî de Botan gelek deverên Bakurê Kurdistanê di bin bandoriya têkoşînê de mabûn. Vê rewşê hem di dewleta Tirk a dagirker de û hem jî di hêzên modernîteya kapîtalîst de tirs û fikarek dida çêkirin. Lewra ji bo PKK têk biçe jî hem derfetên hundir û hem jî derfetên derve dihatin bikaranîn. Eger nekariban têk bibin jî hewl didan pêşî lêbigirin da ku bandoriya şoreşê li Başûrê Kurdistanê neke. Ji bo vê jî ji aliyekê ve piştevanî didan dewleta Tirk a faşîst da ku Tevgera Azadiyê têk bibe ji aliyê din ve jî zext li ser dewleta faşîst dikirin ku statuya herêma Kurdistanê were nas kirin. Herî dawî jî dewleta faşîst neçar ma ku statuya Başûrê Kurdistanê bi şertê ku hêzên Başûr jî tevî şerê qirkirinê bike, nas kir. Jixwe ji wê demê û heta 1998’an gelek caran bi hev re li dijî Tevgera Azadiyê êrîşên tasfiye kirinê pêşxistin. Bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê, neyîna qedir û qîmetê PDK’ê ya li cem Kurdan nehêla ev planên wan encam biger ango rûyê rasteqîn yê PDK’ê bi gotinek din a malbata Barzanî derket holê. Vê jî hişt ku xanedana Barzanî zehmetî bikişîne. Lewra ji bo ku carek din bi Kurdan bidin qebûl kirin rabûn taktîk guhertin. Wekî ku tenê armanc û hewldana Barzaniyan Kurdistanek serbixwe be û di serî de dewleta Tirk, hemû dewletên dagirker jî li dijî wan bin, nîşandan. Bi vê taktîkê ve hetanî havîna 2014’an hinek encam bidestxistin. Lê bi îxaneta Şengalê re derket holê ku di armanca wan de Kurdistanek serbixwe tuneye. Heta bi referanduma 2017’an re jî derket holê ku parçeya heyî jî difiroşin. Lewra bi plana çokdanînê re carek din PDK xistin tevgerê. Lê li gel vê tevlîkirinê jî nekarin Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Ji bo vê jî niha bi zext û gefan ve hewl didin hem dewleta Iraqê û hem jî YNK’ê daxilî vê êrîşê bikin. Wek tê zanîn dewleta Iraqê bi hikûmeta Kazimî re xwe bi temamî radestî dewleta faşîst kir; di dema hikûmeta wî de peymana li dijî Şengalê hat îmza kirin, êrîşên li ser Şengal û Wargeha Penberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bê navber dewam kirin û li Peraxê jî 9 welatiyên Iraqê ji aliyê dewleta faşîst ve hatin qetilkirin. Lê li gel ku bi qetilkirina welatî û êrîşan re serweriya dewleta Iraqê jî dihat binpêkirin, dîsa jî ti bertek ne dihat nîşandayîn. Helbet rewşa Iraqê li ber çave, bi vê re PDK jî destê wî lewaz dixe, lê danekirinên ku Iraq bi serê xwe bikare bike jî hene. Yanî her çiqas dewlet hîna di nava xwe de ne yekpare be jî, dikare serî li tiştên peywendîdar bide. Lê diyare ku tevî serweriya wî ji dest jî diçe, ji qirkirinê re bêdeng dimîne. Gava ku Iraq wiha tevdigere, dewleta Tirk a faşîst jî bi hinceta PKK’ê pêngav bi pêngav xaka Başûr û Iraqê dagir dike.

Rizgar Baz

Yorum Gönder

0 Yorumlar