Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bi koma duyem didome. Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya nobetê dewrî koma duyemîn hate kirin. Beriya ku kom were guhertin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma yekem Sultan Yildiztan axivî.
Sultan Yildiztan di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: “Armanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser Rêbertî ye. Ev 24 salin Rêbetiya me di greva Îmraliyê de tê ragirtin û ceza li ser ceza lê dibirin, ji bo vê êdî tehemûla me nemaye divê gelê Kurd dengê xwe bilind bikin, li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin da ku em bikaribin vê tecrîdê bişkênin. Divê her Kurdekê ku dilê wî ji bo Rêbertiya wî, ji bo şehîd û şervanên wî lêdide pêwîste rihet ne rûnin. Ji bo wê jî divê em di nava çalakiyan de bin û li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin.”
Piştî axaftinê çalakî dewrî koma duyem hat kirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar