Seyadê Şamê di sala 1922’an de li Navçeya Bazîdê ya bajarê Agirî çavê xwe li cîhanê vedike. Di radyoya Êrîvanê de wek dengbêjê Kurd dengê xwe gihandiye civakê. Seyadê Şamê di sala 1942’an de di encama karekî aborî de li ser sînorê Îranê bê pasaport tê girtin û dişînin girtîgiha Erziromê. Piştî demekê kurt hat berdan, dema vedigere cem malbata xwe biryara dersinûr kirinê jêre tê, neçar dimîne ku biçe Alacayê. Malbata Seyadê Şamê sirgûnî bajarokê Alaca yê eyaleta Çorumê kirin. Piştî ku sirgûnê Alacayê bû, mezinê malbatê wek Seyadê Şamê hat girtin. Seyadê Şamê dîsa bi îdiaya "sîxurtiya li dijî dewletê" tê girtin û dixin girtîgeha Erziromê. Leşkerekî ji Bazîdê li girtîgeha Erziromê wezîfedare car caran bi Seyad re têkîlî datîne. Seyadê Şamê piştî sê salan ya di girtîgehê de, bi hevkariya leşkerê ku ji Bazîdê ye ji girtîgehê direve. Lê dema ji malbatê re tê gotin ku Seyadê reviye, malbat bawer nake dibêjin dewleta romê bêbexte, wan Seyadê kuştin ev planek ya wane Seyadê jikû dikare bireve. Reva wî ya ji girtîgeha Erziromê dibe sedem ku di radyoya Êrîvanê de xebat bike. Ev piştî demekê bi hemû hûrguliyên xwe eşkere dibe. Di zivistana sala 1944’an de bi veşartî ji Tirkiye derbazî Îranê dibe. Di wan çaxan de Îran di bin dagirkeriya Sovyetê de bû. Dema Yekîtiya Sovyetê di sala 1946’an de Îranê vala dike, gelek kesên bê pasaport û bê nasname yên ku li wir dijîn bi xwe re dibin. Seyadê Şamê jî yek ji van kesane. Li wir dibe yek ji hemwelatiyê Sovyetê. Lê li wir jî Seyadê Şamê rihetiyê bi xwe nabîne. Vê carê li Sovyetê bi sûcdariya sîxurê dewleta Tirkan tê girtin û tê şandina Sîbîrya yê. 11 salan li kampên Sîbîryayê jiyan dike. Piştî mirina Stalîn bi efûya tê berdan li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê bi cih dibe. Li ser pêşniyara hevalekî xwe salên dirêj di beşê dengbêjiya Kurdî de li radyoya Êrîvanê xebat dike. Ji ber kesayeta raçandî ya Seyadê Şamê di demeke kurt de ji aliyê hemû Kurdan ve hat naskirin û heskirin. Kesayetiyek wêrek, jîr, civaknas û pêşeng bû. Bi strana xwe ya Apo di Radyoya Êrîvanê de dengek mezin girt. Piştre bi 15 sal şûn de rojekê zarokek diqîre “Apê Seyad di radyoya Êrîvanê de dipeyîve, stranan dibêje” malbatê agahdar dike. Malbat dilgeş dibe, lê rê nîne ku biçin Komara Sovyetê. Heta sala 1990’an birayê wî diçe Êrîvanê li wir birayê xwe yê mezin Seyad nas dike. Piştî 50 salan yanî di 1991’an de vedigere Bazîdê. Kesên di malê de yek bi yek tên cemhev hev nas dikin. Di malê de pîrejina ku pişta xwe dayî dîwarê malê bala Seyadê Şamê dikşîne ser xwe dibêje, ev xwişka he kiye te çima xwe neda nasandin. Xizmên wî dibêjin ku ew ne xwişka te ye, ew destgira te Zulfînaz e ku ev nêzî 50 sal in li benda te ye. Seyadê Şamê di cihê xwe de dicemide, çavên wê tijî hêsir dibe, serê xwe ditewîne, şerm dike û nikare li rûyê Zulfînazê binêre. Piştî wê bûyerê Seyadê Şamê nekarî li wir bimîn cardin vediger Êrîvanê. Piştî vegerê bi heyvekê nameyek ji malbata Seyadê Şamê re tê ku dibêje Seyadê koça dawî kiriye. Yek ji stranên nas ên Seyadê Şamê jî strana Apo ye ku ji bo mamê xwe nivîsiye. Di navbera Seyad û apê wî de têkiliyeke xurt a evînê heye. Ji ber ku kurê mamê wî tunebû, hemû evîna xwe da Seyad. Seyadê Şamê di heyama dirêj a veqetînê de her tim bêriya mamê xwe kiriye. Bi hesreta mamê xwe Seyadê Şamê straneke wiha dibêje. Ew stran îro jî di nav stranên navdar de ye. Straneke din jî strana 'Esmer Eman' e ku ji bo jina xwe ya yekem Zulfînaz gotiye. Ev stran pêvajoya veqetîna 49 salî vedibêje. Ne tenê Seyad, gelek hunermendên Kurdan neçarî penaberî, koçberî û xerîbiya welat hatin kirin ku îro ji bo me bûne mîrateyên çandî.
0 Yorumlar