Emê vê carê di vê nivîsê de behsa jina penaber û têkoşer rêheval Eylem bikin. Eylem Kaya bi nasnav Nûpelda Goyî di sala 10.06.1995’an de li Geliyê Qiyametê di nav jiyanek penaberiyê de çavên xwe li cîhanê vedike. Eylem di nav kêlêyên penaberiyê de ku çavên xwe li cîhanê vekirî bû, 21 salê xwe di nav zor û zehmetî û bi têkoşînek bê hempa re derbas dike. Malbata rêheval Eylem ji ber zextên dijmin neçar mabû ku dest ji welatê xwe berde û ji bo jiyanek bi rûmet bûbû yek ji wan malbatên penaber. Berê xwe dabû Başûrê Kurdîstanê û li geliyê Qiyametê bi cîh bibûn lê vê carê jî bi zextên mala Berzanî re rû bi rû mabûn. Di nav şert û mercên penaberiyê de di bin ambargoyê de hewl didan jiyanek ava bikin ji xwe re. Lê mixabin carek din neçar dimînin dikevin ser rê vê carê berê xwe didin Mexmûr ê. Rêheval Eylem jî di nav jiyanek penaber û di bin zorî zehmetiyên ambargoyê de mezin dibe. Dibin ambargoyê de ku dixwazin ji bo xwe jiyanek ava bikin, di wan rojan de, carna tî û birçî dibinin, carna jî nanê ku ji bo lawiran hişk kirine neçar dimînin ku bi wî nanî xwe xwdî bikin. Heval Eylem li Mexmûrê dest bi dibistanê dike. Di her dersekê de serkeftî dibe.
Rêheval Eylem di jiyana xwe de kesek aktîf û dilnizim bû.
Her wiha dikaribû bi hemû kesan re bide bistine. Taybetmendiya wê ya parvekirin
û kedkarî bala her kesî dikişand. Di nav zorî zehmetiyê de ji xwarinê bigre
heta cil û bergê xwe bi hevalên xwe re parvedikir. Ev taybetmendiya wê dihêla
ku di nav malbat û hevalên xwe de bê hiskirin. Wek jinek ciwan di hemû hêlên
jiyanê de dixwaze xwe pêşbixe. Li ser vî esasî tevlîbûna xwe di hemû karê wargehê re çêdike. Belê
di dil û mejiyê heval Eylem de baweriya wê ya bi serkeftinê qet kêm nedibû. Ji
ber ku di wê baweriyê de bû ku di encama hewldan û bedelên mezin de wê
serkeftin pêk were. Li ser vî esasî têkoşîna xwe ya di nav jiyana penaberiyê de
wê bi têkoşîna xwe ya çiyayên azad re tacîdar bikiriba. Biryar dabû ku bibe
gerîlayek li çiyayên azad. Biryar dabû ku di çiyayên azad de tola zarokên
penaber û êşa salan ji dijminê xwînxwar rake. Di sala 30.04.2014’an de berê xwe
dide çiyayên azad. Beriya ku biçe diçe dayîka xwe hemîz û maç dike, ev ji bo wê
xwatir xwastinek veşartî bû. Pelê albûna xwe ya wêneyan yek bi yek vedike û dinihêre.
Jiyanek têr û tijî, bi êş û kederan re derbas kiribû. Wê bi têkoşîna xwe ya bê
hempa, bibûya bersivê hemû êş û kederan. Eylem gerîla bû. Di demek kin de Rêheval Eylem ku bi hişmendiya xwe dikare hemû
erk û berpirsyariyên şoreşê rake, beriya her tiştî ji bo bibe parçeyek ji
şoreşê xwe di rêgez û pîvanên xeta azadiya jinê de kûr dike. Ev kûrahî di
kesayeta rêheval Eylem de rêhvaltiya dilnizim ava dike. Bi piratîka xwe dibe
yek ji kedkarên vê şoreşê. Bi vê pratîka xwe ve di dilê hemû rêhevalên xwe de
cîh digire û dibe endamek yê hêzên taybet. Di sala 01.09.2016’an de li
Colemêrg, di êrîşa balefirên şer de bi 4 hevalên xwe re digihije karwanên
nemiran. Belê Rêheval Eylem ku xwedî kesayeteke fedakar û wêrek bû, bi sekna
xwe ya ji xwe bawer, bû îfadeya gelê penaber yê berxwdêr.
.
0 Yorumlar