Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmaha 1923’an de ku Kurdistan têde hati bû parçekirin, daxuyaniyek dan.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê 100 saliya Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmaha 1923’an de ku Kurdistan têde hatibû parçe kirin, şermezar kirin.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve yê Mexmûrê Bêwar Unver axivî.
Bêwar Unver di destpêka gotinên xwe de hemû hêz û dewletên ku îmzaya wan di bin peymana Lozanê de heye şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn beriya 100 salan ji aliyê dewletên emperyal, hêzên serdest û hêzên herêmî ve li bajarê Lozanê peymanek li ser parçekirina gelan hat tomar kirin. Bi taybetî ev peyman li ser parçekirina gelê Kurd û Kurdistanê bû. Ev yek jî li ser armanca tinekirina çand û zimanê Kurdan hat pêkanîn. Dewletên di şerê cîhanê de bi ser ketibûn li gel dewleta Tirk, Kurdistan belavî çar parçeyan hat kirin. Bêguman di van sed salên derbaz bûyî de gelê Kurd ti caran ev peyman û qirkirina li ser nasname, hebûn, çand û zimanê xwe nas nekir. Dema em li dirêjiya dîrokê temaşe bikin gelê Kurd di 50 saliya yekem de gelek serhildan pêşxistin. Di van 50 salên dawî de gelê Kurd têkoşîna azadiyê li hember vê qirkirinê dike.”
Unver di dawiya axaftinên xwe de bang li gelê Kurd kir ku îro roj roja yekîtiya netewiye divê gelê Kurd li hember hemû peymanên li dijî yekîtiya Kurdan têkoşîna xwe mezin bike û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Em bang li hêzên herêmî û yên nevnetewî yên ku îmzaya wan dibin vê peymanê de heye dikin, divê di roja îro de lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin.”
Herî dawî daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.
0 Yorumlar