Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker, rewşa awarte ragihand.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê
Sûriyê biryareke bi hejmar 8 derxist û li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê
Sûriyê rewşa awarte ragihand. Her wiha hemû derfet xistin xizmeta parastina gel
li hember êrişeke dijminane.
Di biryarê de hate gotin:
“Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ji ber gefên domdar
ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê
Sûriyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û
binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên kehrebeyê, av û saziyên sivîl dike
hedef. Dagirkeriya Tirk niyet dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike,
guhertina demografîk pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re dê rewşa
ewlehiyê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê pêk were. Ev yek ji bo berfirehkirina
qada dagirkeriyê û pêkanîna ajandeyên dijber pêk tê ku dê rê bide vegera
bermahiyên terorê û tundrawan li herêmê. Ev rewş dê bi awayekî yekser bandorê
li destkeftiyên Rêveberiya Xweser bike, yên ku bi saya fedakariyên zarokên
pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyê yên li dijî terorê bi dest xistine, bike.
Her wiha dê bandorê li parastina ewlehî û yekitiya xaka Sûriyê ji aliyê
pêkhateyan ve bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê bi rêya
rêxistinên terorîst ên tundraw li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket,
bi awayekî yekser berê xwe da dagirkirina xaka Sûriyê.
Ji lew re, li gorî hikumên rêgeza sereke ya Rêveberiya
Xweser a Bakur û Rojhilatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û
Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê (6 Tîrmeh 2022) civîneke awarte li dar xist,
piştî erêkirina endamên meclisa giştî ev biryar hatin dayîn.
- Li
herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte tê
ragihandin.
- Agahdarkirina
hemû meclis, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo amadekirina planên rewşa awarte li djiî
gef û astengiyan.
- Bikaranîna
hemû derfetan ji bo xizmeta parastina gel ji êrişeke dijminane ya li dijî
herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê Meclisa Rêveber
a Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl di
projeyên xwe de girîngiyê bidin sekinandina li hember van gefan.”

0 Yorumlar