Ticker

10/recent/ticker-posts

Rojane 8 milyon lître benzîn ji Herêma Kurdistanê re pêwîste

Berdevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Qadir, da zanîn sedemê giranbûna nirxê benzînê li Herêma Kurdistanê ji ber wê yekê ye ku li navxweya Herêmê parzûngehên taybet nine ji bo hilberandina benzînê daku nirxê benzînê dakeve. Her wiha got, rojane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi heşt milyon lître benzîn heye.

Têkildarî sedemên giranbûna nirxê sotmeniyê bi giştî û benzîn bi taybetî, Bedevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Qadir ji Rojnews re axivî û got: “Li Herêma Kurdistanê parzûngehek hikûmî wek ya hikûmeta Iraqê nine. Da ku bikare nefta xam hilberîne, paqij bike û bi nirxek erzan bide welatiyan.”

Behmen Qadir diyarkir nirxê benzînê li Herêma Kurdistanê li gel nirxê borsaya cîhanê ye, ger li borsayê de giran bibe, li Herêma Kurdistanê jî giran dibe, ger erzan jî bibe li Herêma Kurdistanê erzan dibe.

Berdevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê eşkere kir Herêma Kurdistan rojane pêwîstiya wê 8 milyon lître benzîn heye û wiha domkir: “Peydakirina benzîna bi 690 dînarî ku taybete bi taksiyan û benzîna bi 800 dînarî bo wesayîtên taybet, bi lihevkirinek di navbera wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêmê û hikûmeta Iraqê de bû. Lê hinek rojan Bexda vê benzînê dişîne, hin rojan jî naşîne.”

Nirxê benzîna bazirganî bi awayek berbiçav giran bûye. Niha nirxê lîtrek benzîna super bi 1450 dînare, benzîna cûrê Muhesen bi 1375 dînare, ya cûrê Normal bi 1250 dînare.

Roja 19’ê Hezîrana 2022’an Wezîrê Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet ê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihandibû ku her lîtrek benzîna ku bi 800 dînar tê firotina welatiyan li ser hikûmetê 1200 dînaran radiweste.

Piştre roja 22’yê Hezîranê jî Serokê Koma Yekgirtû li Parlementoya Herêmê Şêrko Cewdet di civînek çapemeniyê de bersiva vê daxuyaniya wezîr da û got, hikûmet benzîna ku bi 800 dînarî di firoşe welatiyan, bi 400 dînarî hildiberîne û ji bo her lîtrek 400 dînar ji welatiyan qezenc dike.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar