Ticker

10/recent/ticker-posts

SASON: BÛYERA XELÎFANÊ PLANKIRÎ BÛ Û DIVÊ DEMILDEST BÊ RONÎKIRIN

Rojnamevan Dilgeş Sason: “Bûyera Xelîfanê ne ji rêzê ye û plankirî bû. PDK ne tenê dijî PKK’ê ye, dijminê tevahî Kurdan e. Di vê nîv sedsala dawî de, ti hêzan ev qas çekên kîmyewî li hember hêza dijberê xwe bikar ne aniye. Divê gelê me li her derê rabin û dijî van sûcên şer û xiyaneta Mala Barzanî bertekên tûnd nîşan bidin.”

ARMANC HEREKOL

Di 5’ê Îlonê de komek gerîla ya ji 5 kesî pêk dihat li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê dema xwestin derbas bibin ketin kemînê û balafirên bê mirov ên Tirkiye bombe li wan barandin. HPG’ê ragihand ku di komê de gerîlayên bi navê Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê hebûn. HPG’ê eşkere kir ku 3 gerîla şehîd bûne û 2 jî birîndar in. Heta niha diyar nebûye bê ka kîjan gerîla şehîd û birîndar bûne. Her çendî HPG’ê daxwaza lêkolînkirina bûyerê kiribe jî ne PDK’ê û ne jî ti aliyên fermî yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser van bûyeran agahiyek zelal ku bûyerê ronî bike parve nekirine.

Têkildarî bûyera Xelîfanê û karanîna çekên qedexekirî ên dijî gerîla tên bikaranîn, Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason axivî û anî ziman ku ji bo bûyera Xelîfanê bê ronîkirin û çekên qedexekirî bên rawestandin, divê gelê Kurd dakevin qadan!

‘Bûyera Xelîfanê plankirî bû’

Dilgeş Sason di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku beriya bûyera Xelîfanê, artêşa Tirk derbên giran ji gerîla xwarine û helîkopterek hatiye xistin û got: “Dema artêşa Tirk derbên giran ji gerîla dixwe, PDK dikeve tevgerê û bûyerên wek ên Xelîfanê rûdidin. Bûyera Xelîfanê ne bûyerek ji rêzê ye, plankirî û amadekirî bû. Qada Xelîfanê dikeve aliyê Soran û girêdayî Hewlêrê ye. Ev qad ne qada gerîlaye, tenê gerîla di wir de derbas dibin. Di 5’ê Îlonê de komek gerîla rastî êrişa Tirk-PDK’ê hatine. Di encamê de 3 gerîla şehîd bûne û 2 gerîla jî birîndar bûne û niha di destê PDK’ê de ne. Pir bi eşkereye ku ji aliyê PDK’ê ve îstîxbarat hatiye dayîn û raste rast êrişî gerîla kirine û niha gerîla di destê wan de ne.”

‘PDK dijminê tevahî Kurdan e’

Sason tîne ziman ku weke HPG’ê jî dayî diyarkirin, yên ku bikarin vê bûyerê zelal bikin her du gerîlayên birîndar ên di destê PDK’ê de ne û wiha pêde çû: “Divê demildest ev gerîla radestî HPG’ê bên kirin. Heta niha jî ti agahî ji van şehîd û birîndaran nînin. PDK ji vê bûyerê re bêdenge. Rojnamevanekî NRT dema dixwaze biçe herêmê, ji aliyê PDK’ê ve tê binçavkirin. Destpêk û dawiya bûyerê de PDK’ê heta dawî rolê xwe leyîstiye. Niha PDK barageh û rê ji artêşa Tirk re çêdike. Bi zelalî em dikarin bêjin ku PDK ji dijmin zêdetir dijmintiyê dike. PDK ne ku tenê dijî PKK’ê ye, dijminê tevahî Kurdan e.”

‘Çekên Termobarîk û çekên Taktîk Nukleerî tên bikaranîn’

Rojnamevan Dilgeş Sason di dewama axaftinên xwe de bal dikişe ser karanîna çekên kîmyewî û qedexekirî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê bikartîne û dibêje: “Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha li hember gelê Kurd bindikeve û çekên qedexekirî bikar tîne. Sala borî jî ev yek pir bi eşkere hat dîtin û îsal jî heta van kêliyan ev sûcên şer tê meşandin. Di vê nîv sedsala dawî de, ti hêzan ev qas çekên kîmyewî li hember hêza dijberê xwe bikar ne aniye. Hertim gerîla derbeyan li dijmin dixe û dijmin bi çekên qedexekirî êrişî gerîla dike. Cûreyên ku tên bikaranîn çeka kîmyewî ya hişbire û ji van çekan re, ‘Termobarîk û çekên Taktîk Nukleerî’ tê gotin. Rengê dûkêla wan reş, spî, zer, kesk û rengê axê ye. Gerîla dibêjin, bêhna şekirê şewitî, ava cilan spî dike û bêhna sêvan ji van çekan tê. Bi dehan caran karanîna van çekan hatine belgekirin, lê heta niha jî saziyên dijî van çekan ti deng dernexistine.”

‘Divê Gelê Kurd bêdeng nemîne’

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason herî dawî ev tişt bilêvkir: “ Niha saziya herî mezin a dijî van çekên kîmyewî OPCW’ye û ev sazî jî bêdenge. Sedema bêdengiya wan diyare, ji ber ku ev sazî girêdayî NATO’yê ye. Lê gelek saziyên din lêkolîn kirine û ji aliyê wan ve jî hate gotin ku raste rast çekên qedexekirî li dijî gerîla tê bikar anîn. Lê saziyên mezin wek OPCW xwe bêdeng dikin. Di vê hêlê de gelê Kurd çalakiyan didin meşandin, lê têrê nake. Ji bo wê divê gelê me li her derê rabin dijî van sûcên şer û xiyaneta Mala Barzanî bertekên tûnd nîşan bidin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar