Govend û evîna serkeftinê bi dawamî di nav malbata
welatparêz û civaka ku şerê azadiyê bi têkoşînek bê hempa dida, berdewam dikir.
Ev têkoşîn bi şehdeta Talip
û Xalit wê bi dawî nebûya, wê bi egîd û lehengan, wê bi
Remezan ango Xebatê biçûk bahata berdewam kirin. Xebat wê bibûya evîndarê welatê xwe, evîndarê doza
xwe.
Remezan
Uren bi nas nav Xebat di sala 18.06.1987’an de li Bileh a girêdayî Qilaban tê
dinyayê. Ji ber êrişên dijmin, Remezan di 7 saliya xwe de bi malbata xwe re
dibe penaber. Di penabertiyê de pir wargehan diguhirin û bi gelek zorî û zehmetiyan
re rû bi rû tên. Rêheval Remezan li Maxmûrê dibistana Seratayî dixwîne. Di
dibistana xwe de ango di dersê xwe de bi jîrbûn û bi atîk bûna xwe tê naskirin.
Di zaroktiya xwe de pir şerkerbû, dema zarokek lêbidaba teqez tola xwe ji wî
radikir û neheqiyê qebûl nedikir. Rêheval Remazan qet nikaribû li cihekî
bisekinîbûya. Di wî temenê xwe yê biçûk de di nav dol û newalan de li hevalan
digerya, her tim diçû gel wan. Wek qederek bû ku doza Xebatan wî jî dikişandin
nav doza xwe. Rêheval Remezan êşa penabertî û neheqiya dijmin hew dikaribû qebûl
bikira. Rêbertî hatibû dîl girtin, vê
yekê êşa di wî dilê wî yê biçûk ê penabertiyê de zidetir dikir. Divê biketa ser
rêya heqiqetê û tola zarokên penaber rakira.
Dayê Fatma
digot ku Remezan di 11 saliya xwe de dixwaze tevlî bibe, lê ji ber ku pir biçûkbû
hevalan wî paşde vedigerandin. Xebat xwe aciz dikir û digot; ‘ezê tevlî bibim,
ev doz doza me hemûyane.’ Dema dayîka Fatma wî wisa bi israr dibîne, dizane ku
wê kesek nikaribe pêşî li Remazan bigre û ji hevalanra dibêje bêhilin bila tevlî
bibe.
Remezan der
dikeve ser dîkê û beranberê dayîk û bavên çev bi rondik soza xwe ya tolhildanê
dide. Bi soza xwe êş û xema di dilê dayîkan de derman dikir. Sal 1999, Rêheval Remezan
navê xwe dike Xebat û berê xwe dide Xebatan. Dilê wî bi evîndariya serkeftinê
lêdida. Di demek kin de pêş dikeve û dibe fermandarê bulukê. Di nav gerîla de
jî pir bi wêrek, fedekar û bi hêz bû. Ji bo parastina heval û hogirên xwe, her
tim fedekariyê mezin dikir û di nav havalê xwe de bi wêrekî û bi girêdanbûna
hevalên xwe tê naskirin.
Di Sala 2011’an
de, di şerê Şemzînan de heval Xebat li ser doçkayê, bi cesaretek mezin li beran
berê teyareyan şer dike û birîndar dibe. Ji ber cesareta xwe tê xelat kirin. Piştî
tedawiya xwe dîsa di lutkeyên çiyan de têkoşîna xwe li beranberî dijmin
berdewam dike.
Dayîka Fatma
bi kelecan dîtina xwe bi heval Xebat re ji me re vedigot. ‘Min Xebat li Şehîd
Harun dît. Em bi hev re di şehîtlikê de rûniştin û axivîn. Ez vê gotina wî ti
carî ji bîr nakim. Wiha digot; ‘dayê tu van şehîdan dibînî, dayîkên vana jî
hene. Min jî soz daye heta xwîna min neçe nav wan ji bo min sekinandin wê nebe.
Ezê ti carî xiyanetê li bav, bira û li hevalên xwe nekim.’
Belê piştê
rêwîtiya li çiyayên azad, vê carê Xebat berê xwe dabû qada rûmetê, qata Rojava.
Di şerê rûmetê de di her hêlê de têkoşîna xwe bilitir dike. Li Dirêka rengîn de
dijmin bi hovitî êriş dikir û komek hevalê wî dixin dorpêçê, piştî demekê cebilxana
wan xilas dibe. Xebat divê bi hewara hevalên xwe ve biçe. Eraba xwe tijî cebilxane
dike û xwe digihine hevalên xwe. Di wî şerê de sala 19.07.2013’an bi egîdî şer
dike û digije karwanên nemiran.
Keliyên pêşya
şehdeta wî. Ji dayîka xwe re telefon vedike û helalî dixwaze û wiha divê; ‘Xwaska
tu li gel min bûya, min serê xwe danibûya ser çokê te û te jimin re cara dawyê
lorîkan bigota.’ Xebat ji dayîka xwe re ku wî di xewde dîtiye dibêje. ‘Min vê
xwena xwe tomar kiriye, ezê ji te re bişînim.’
Dayîka Fatma
dibêje ku dema bi Xebat re daxivî carekê de telefon qut bû. Min got dibe ji xetê
be û ez çûm bêhnek razam, min xewinek dît ku li ser avekême û Xebat û çar
hevalên xwe di avêde diçe. Dema ez rabûm min dizanibû ku Xebatê min şehît ketibû.
Wek ku dayîka
Fatma di xewinê de dîtibû, bi çar hevalê xwe re şehîd ketibû. Dilê dayîka Fatma
bi êş bû, lê bi ser bilindahî ev hevokên bi nirx ji devê wê der diket. ‘Ez
serbilindim û kêfxweşim ku hersê Xebatê min jî di rêya şerefê de çûne. Ev rêya
şerefê bi destê her kesî nakeve. Ew qehramanên minin û yê gelê kurdin’
.jpeg)
0 Yorumlar