Ticker

10/recent/ticker-posts

Dewleta Tirk li Zaxo 8 geştiyarên Ereb qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker li bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo komkujî pêk anî. Di encamê de 8 geştiyarên Ereb jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.


Êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Perex ê Derkarê yê Zaxo geştiyarên Ereb topbaran kir.

Qaymeqamê Zaxo Muşir Beşîr têkildarî komkujiyê agahî dan Rojnews’ê û diyar kir ku di êrişê de herî kêm 8 geştiyarên Ereb hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûne.

Muşir Beşîr destnîşan kir ku rewşa 8 birîndaran girane û li nexweşxaneyên Zaxo tên dermankirin.

Muşir Beşîr ragihand ku piraniya geştiyaran xelkê navend û rojavayê Iraqê ne.

Qaymeqamê Zaxo Muşir Beşîr got ku artêşa Tirk 4 guleyên topê avêtine gund.

Li gorî çavkaniyan, di dema topbaranê de, balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê digeriya.

Di nava birîndaran de jin û zarok hene.


Yorum Gönder

0 Yorumlar