Ticker

10/recent/ticker-posts

BI RUHÊ KOBANÊ XWEDÎ LI ROJAVA DERDIKEVIN

Parlementerê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tarhan: “Ev 14 salin bi DAIŞ, OSO, HTŞ û komên çeteyan êrişî gelê me yê Rojava dikin. Emê bi ruhê 2014’an a pêvajoya Kobanê, xwedî li Rojava derbikevin. Ti ferqa Nisêbîn û Qamişlo nîne.”

Armanc Herekol

Piştî ketina Rejîma Esed, êrişên komên çete yên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê zêdebûn. Ji bo piştgirî û xwedîderketina li Rojava, gelê Bakur li ser sînorê Nisêbîn û Pirsûsê dest bi çalakiyên nobetê kirin. Ev çalakî 23 roj li pey xwe hiştiye û her roj, ji her bajarî gel diherikin ser sînor û piştgiriya xwe bi gelê Rojava re didin nîşandan.

‘Bi DAIŞ’ê destpêkirin û bi HTŞ’ê berdewam dikin’

Parlementerê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tarhan ku niha li Nisêbînê di çalakiya nobetê de ye, têkildarî çalakiya nobetê ji rojnama me re axivî û di serî de berxwedana gelê Rojava ji dil û can pîroz kir û got: “Ev zêdeyî 20 rojanin, em ji bo azadî û aştiya Rojava di nava çalakiyan de ne. Me çalakiya nobetê daye destpêkirin. Em niha li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlone. Ev êriş ne niha hatine destpêkirin, ev 14 salin bi hovane êrişî Rojava tê kirin. Ji ber ku azadîxwazin, êrişî wan dikin. Êriş bi destê DAIŞ’ê destpêkir, piştre jî bi OSO’yê dan pêkanîn û îro jî bi navê HTŞ’ê dixwazin êriş bikin. Li Rojavayê Kurdistanê jiyanek hevpar û wekhev hatiye avakirin. Ev paradîgma û proje li gelek welatan hatiye belavkirin. Ev jî paradîgmaya Birêz Ocalane ku li Rojavayê Kurdistanê bi ruh bûye. Şitlên ku hatine çandin, îro fêkî didin. Ji ber wê jî êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin.”

‘Parastina Rojava, parastina Kurdistanê ye’

Tarhan di nava axaftinên xwe de anî ser ziman ku her çiqas Kurdistan kiribin du welat jî ew wan sînoran nasnakin û wiha pêde çû: “Nisêbîn û Qamişlo yek welat, yek mal û yek ruhe. Em dixwazin ku çawa di sala 2014’an de bi ruhekî hev re me Rojava parast, niha jî em dixwazin bi heman armancê biparêzin. Bi wî ruhê mezin em xwedî li Rojava derdikevin. Koban di cîhanê de bûye sembolek mezin. Banga me jî bo gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet ji bo Başûrê Kurdistanê ewe, çawa ku di 2014’an de parlementoya wan ya herêmî ji bo parastina Kobanê pêşmerge amadekiribûn, em dixwazin bi wî ruhî û wê hişmendiyê dîsa li Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin. Parastina Rojavayê Kurdistanê, parastina gelê Kurde û parastina statuya gelê Kurde. Êdî sal ne sala 1925’ane ku li Lozanê mafê gelê Kurd bê fetisandin û binpêkirin. Îro 2025’e, îro Kurd li ser piyanin.”

‘Bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derbikevin’

Parlementerê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tarhan herî dawî destnîşankir ku ev sed salin gelê Kurd ji bo maf, çand û zimanê xwe li ser piyanin û ev bang kir: “Roja ku em herî nêzî azadiyê, em dikarin bêjin ev roje. Ev jî eger em li Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin û azad bibe, wê demê dê Kurdistan tevahî azad bibe. Banga me ji bo gelê Kurd û dostên gelê Kurd ewe ku çawan di 2014’an de li Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî li Kobanê xwedî derketin, îro jî divê em li gelên Ereb, Suryan, Elewî yên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn xwedî derbikevin. Wan bi tenê nehêlin û dengê wan li cîhanê tevahî belav bikin. Roj roja parastina destkeftinên gelê Kurde.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar