Li navçeya Berwariyê di navbera cerdevanan de şerê erd derket û 2 cerdevan mirin û 3 cerdevan jî bi giranî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan
Li gundê Kîmyanîs ê navçeya Berwarî ya Sêrtê, di navbera cerdevanan de şererekî çekdarî derket. Şer duh êvarê derket û di şer de 2 cerdevan mirin û 3 cerdevan jî bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.
Li derdora nexweşxaneyê bi awayekî berfireh bergiriyên ewlehiyê hatin girtin. Li gorî angaştan, di navbera cerdevanên gundê Sanih û Kîmyanîsê de li ser erd şer derketiye û cerdevanên bi navê Halîl Babur û Asûr Aslan li cihê bûyerê mirine û cerdevanênê bi navê Abdûllah Bati, Hamdîn Ergun û Alîhan Demîrkol jî birîndar bûne.
Li ser vê ekîbên tenduristiyê, polis û leşker çûn cihê bûyerê û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariyê û ji vir jî wan bi helîkopterê rakirine Nexweşxane Sêrtê.

0 Yorumlar