Kompanya Çetir û ajansa me Rojnews’ê li ser gef û zextên Parastin û MÎT’a Tirk a li ser karê me û rojnamevanan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de tê diyar kir ku ji ber karê rojnamevaniyê dikin, gendelî û dagirkeriyê teşhîr dikin zext li wan tê kirin û Parastin û MÎT’a Tirk gefan li wan dike.
Li Herêma Kurdistanê ev demek e li ser rojnamevanên
Çapemeniya Azad, Kompanyaya Çetir û Ajansa me Rojnews’ê ji aliyê
îstixbarata Tirk MÎT û Parastinê ya PDK’ê ve zextê sîxûrkirin û gefên êrîşê tê
kirin.
Li ser vê yekê xebatkar û rojnamevanên Kompanyaya Çetir û
ajansa me Rojnews’ê li Sekoya Azadî ya Parka ya Silêmaniyê daxuyaniyek
dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser astengî, rêgirî û
hewldanên sîxûrî ya li ser karê rojnamevanî û rojmanevanan.
Daxuyaniya hevpar a Kompanyaya Çetir û Ajansa Rojnewsê ji
aliyê Sinûr Rehman ve hate xwendin.
Xalên di daxuyaniyê de derketin pêş wiha ne:
“Em komek rojnamevanên azad li Başûrê Kurdistanê di
çarçoveya rêgez û etîka karê rojnamevanî de kar dikin. Erka me rojnamevanan ev
e ku gendelî, nebûna xizmetgûzarî, pirsgirêk û nakokiyên nava civaka Başûrê
Kurdistanê eşkere bikin û dîsa hişyarkirina civakê li hemberî dagirkerî û
eşkerekirina xeta xiyanetê ya sererd û binerdê Kurdistanê ye.
Kompanyaya Çetir û Ajansa Rojnews ku zêdetirî 70 rojnamevan
lê kar dikin. Belgenameya fermî ya karkirinê ji Wezareta Bazirganî, Wezareta
Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dîsa belgeya fermî ya karkirinê ji
Hikûmeta Iraqê girtiye. Ti pirsgirêkek van hemû rojnamevanên kampanyê û ajansê
li fermiyeta Hikûmetê de nîne, li gorî hiqûqê hemû pîvanên rojnamevaniyê bi cih
tînin. Rojnamevan li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li sînorên li jêr desthilata
PDK’ê tên astengkirin, rê li karê medyayî digirin. Ev yek jî li dijî pîvanên
karê karê rojnamevanî û mafê mirov e ya karê azadiya rojnamevaniyê ya hejmara
35 a sala 2007’an a Parlementoya Herêma Kurdistanê ye.
Li gel van bûyeran heta niha 80 rojnamevan û çalakvanên
Behdînan girtî ne û her roja diçe azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê
teng dibe û bi dehan rojnamevan weke Wedat Hisên, Kawa Germiyanî û çalakvanên
din hatin şehîdkirin.
Li gel rêgirîkirina karê rojnamevanî bi rêya îstixbarata
Tirk MÎT’ê û dezgeya Parastinê ya PDK’ê têkilî bi rêveberê Kompanya Çetir û
beşek zêde ya rojnamevanên azad re hatiye danîn ku daxwaz ji wan hatiye kirin
ku li pêşberî hinek pere û hinek tiştên bê wate de exlaqê rojnamevaniyê
bifiroşin û li gorî xwestek û daxwazên wan kar bikin. Eger vê jî nekin gefa
êrîşa derûnî li ser tê kirin. Her çendî bi temamî rojnamevanên azad vî karê bê
wate û xiyanetê qebûl nakin. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk
a dagirker ve êrîşî û gef li rojnamevanan tê kirin û heta niha kampanyayên
taybet ên karê rojnamevaniya azad hatine girtin û dîsa 16 rojnamevan bi
hincetên bê bingeh hatine girtin, bi heman rengî û siyasetê li Başûrê
Kurdistanê jî desthilat bi heman rengî kar dike.
Sedemê vê astengî, rêgirî û êrîşên li ser rojnamevanên azad
ew e ku kar li ser eşkerekirina dagirkeriyê û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel
AKP’’ê ye. Bi vê yekê dixwazin ev hevkarî neyê eşkerekirin.
Ji bo wê piştî civîn û agahdarkirina aliyên ewlekariyê ya
Silêmanî, Sendîkeya Rojnamevanan, Sentera Metro û şûnde divê hemû raya giştî û
dîsa temamê dezgehên ragihandinê jî ji vê yekê agadar bin. Ji ber ku ev êrîş û
metirsiyên li ser rojnamevanên azad û dîsa Kompanya Çetir û Ajansa Rojnews li
ser hemû rojnamevanan e. Em hemû raya giştî, Hikûmeta Iraq, Hikûmeta Herêmê,
nûnertiya welatan, saziyên mafê mirovan û aliyên piştevaniya rojnamevanan dikin
agahdar dikin. Her metirsiyek li ser canê rojnamevanên azad û karmendên
Kampanyaya Çetir û Rojnews hebin, MÎT’a Tirk, Parastina PDK û saziyên
ewlekariyê yên Hikûmeta Herêmê berpirs in. Ji ber ku di demê borî de ji derveyî
name û telefonên ku ji aliyê van her du dezgehên sîxûriyê ve ji bo rêveberê
Kampanyaya Çetir û rojnamevanan hatine kirin, bi rêya çend malper û dezgehên
PDK’ê ve jî bi eşkere em hatine nîşandan, hedefkirin û dixwazin rewatiyê bidin
rêgirî û astengkirina rojnamevanên azad.
Ji bo wê em rojnamevanên azad careke din piştrast dikin ku
wê ti êrîş, zext û gef nikare me ji rêya rast a me bigire. Ev yek wê bibe
sedemê ku zêdetir girîngî bidin ser eşkerekirin gendelî, daxwazên mafê
welatiyan, gihandina dengê wêrek ên nava civakê. Her wiha bi berdewamî em ê
talana xwezayê, dagirkeriya dewleta Tirk hevkarên wê ya li temamê Kurdistanê
eşkere bikin. Rastî û heqîqet nayê veşartin.”
Di dewamê de Sekreterê Şaxê Sendîkaya Rojnamevanan ya
Silêmanî Karwan Enwer û Nûnerê Navenda Metro Elî Omer jî piştevaniya xwe ya ji
bo Kompanyaya Çetir û Rojnews anîn ziman û diyar kirin ku nabe karê rojnamevanî
bê astengkirin û pêşiya rojnamevan û dezgehên ragihandinê were girtin.
Mele Nadir jî piştgirî da Kompanya Çetir û Ajansa Rojnews’ê
û got: “Yê zilm lê tê kirin, dikare dengê xwe derbixe, heta mafê xwe bi dest
dixwe.”
0 Yorumlar