Ticker

10/recent/ticker-posts

Mesud û Bafil di civînê de ne

Serokê PDK’ê Mesud Barzanî û serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Pîrmam a Hewlêrê ji bo zelalkirina erka serokkomariya Iraqê civiyan.

Li gorî çavkaniyekê ji beriya nîvro serokê YNK’ê Bafil Talebanî gihiştiye bajaroka Pîrmam a parêzgeha Hewlêr û li gel Serokê PDK’ê Mesud Barzanî niha di civînê dene. 

 Heman çavkaniyê destnîşankir ku mijara sereke ya civînê zelalkirin namzetê ji serokkomarê nû yê Iraqê ye. Li aliyek din heta niha jî her du alî li ser erkê serokkomariyê di nava pêşbirkêdene.  

Tê payîn serokatiya Parlamentoya Iraqê roja pêçşemê civînekî din li gel serokên fraksiyonên li parlamentoyê li dar bixe. Dibe ku hefteya bê dema runiştina parlalmentoyê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê were diyarkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar