Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên wargeha Mexmûrê êrişên li ser Rojava şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî şermezarkirin û gotin: “Rojava ne bi tenê ye û nehêlin bi tenê.”


Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkar û xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Sûltan Yildiztan ve daxuyaniyek hat dayîn.

Yildistan di destpêka axaftinên xwe de şehîdên Rojavayê Kurdistanê bibîranî û got: “Em wek xelkê Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ên li ser xelkê me yên Rojava bi tûndî şermezar dikin. Dixwazin bi van êrişên hovane, xelkê me bitirsînin. Binesazî û gel tên hedefgirtin. Bi zanabûn zarok û jinan qetil dikin. Derbeyên giran ji hêzên gerîla dixwin û nikarin li çiyayê Kurdistanê li hember gerîla şer bikin. Ji ber wê jî berê xwe daye Rojavayê Kurdsitanê û komkujiyan pêktînin. Ev êriş dijî zagonên şere. Wê nekarin me tûne bikin.

Hêzên koalîsyonê li wir çi kar dikin? Em wan hêzên koalîsyonê ku xwe ji van êrişan re bêdeng dikin, bi tûndî şermezar dikin. Bêdengî hevkariye. Divê hêzên koalîsyonê bersivek bidin û nehêlin êriş çêbibin. Em bang li gelê Kurd dikin, gelê Rojava ne bi tenê ne û bi tenê jî nehêlin. Rojava rûmeta me ye. Bi hezaran keç û xortên vî welatî, ji bo rizgariya xaka Rojava canê xwe feda kirin. Em wek xelkê Mexmûrê van êrişan bi tûndî şermezar dikin û bang li hêzên koalîsyonê dikin, bêdeng nemînin. Wê serkeftin bibe ya gelê Rojava.”

Piştî daxuyaniyê, diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Rêber Apo’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar